Li Rêya Armûşê coşa Çepên Kesk: Em ji bo ku dawî li zilmê were xebatên xwe dimeşînin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Çepên Kesk ku armac dike ku li Wanê hemû parlamenteran dest bixe, li navçeya Rêya Armûşê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên partiyê ku rastî eleqeke zêde tên, diyar dikin ku ew ji bere eleqeyê moralek gelek baş werdigirin.

Tevî ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 4 roj mane Partiya Çepên Kesk li Wanê xebatên xwe bê navber berdewam dike. Namzetê parlamenteriyê û rêveberên partiyê li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê serdana gel kirin.

Namzeta Partiya Çepên Kesk ya Wanê Gulderen Varli, destnîşan dike ku wan al bajêr mal bi mal geriyane û da zanîn ku dema xebatên de rastî eleqeyeke pirr baş hatine. Varli got, “Ev 21 sale li vî welatî zilm heye. Em ji bo ku dawî li zilmê were xebatên xwe dimeşînin”

Li Rêya Armûşê coşa Çepên Kesk: Em ji bo ku dawî li zilmê were xebatên xwe dimeşînin - WhatsApp Image 2023 05 10 at 10.17.17 1024x576 1
Gulderen Varli

HDP li gel hemû qadroyên xwe li qadê xebatan dimeşîne

HDP jî ku jiber doza girtinê ya derheqê wê de hatiye vekirin, tevli hilbijartinê nabe, li gel hemû qadroyên xwe piştgiriyek xurd dide Partiya Çepên Kesk. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan destnîşan kir ku ev çend mehe li Wanê mal bi mal geriyane û heta niha çûne nêzî 600 taxên li tevahiya bajêr. Dogan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber eleqeya gel anî ziman û got, “Ev hilbijartin gelek girîng e. Em jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşînin û ji ber eleqeya gelê xwe jî gelek kêfxweşin.”

Li Rêya Armûşê coşa Çepên Kesk: Em ji bo ku dawî li zilmê were xebatên xwe dimeşînin - hdp ipekyolu secim 1 1024x682 1
Fîkret Dogan

Gel di nava bendawariyeke pirr xurt de ye

Namzetê Partiya Çepên Kes yê Wanê Taylan Ertaş jî dide zanîn ku gel di nava bendewariyeke pirr xurt de ye û biboneya van bendewariyan bicih bînin bi ruha seferberiyê xebatan dimeşînin.

Li Rêya Armûşê coşa Çepên Kesk: Em ji bo ku dawî li zilmê were xebatên xwe dimeşînin - hdp ipekyolu secim 3 1024x682 1
Taylan Ertaş

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Rêya Armûşê coşa Çepên Kesk: Em ji bo ku dawî li zilmê were xebatên xwe dimeşînin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *