Li Wanê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama qezaya trafîkê de li Wanê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan qeza li ser rêya navçeya Qelqeliyê (Ozalp) derdora Gola Şixkê çêbûye. Wesayîta bi pleqe 33 EBT 70 a marqaya wê Volkswagen Passat li kamyoneta Ford Cargo ya bi pleqe 65 KA 187 qelibî.

Piştî agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û yên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê.

Ji 3 welatiyên ku di nava wesayîtê de asê mabûn, 2’yan jiyana xwe ji dest da. Welatiyeke din ê birîndar jî ji wesayîtê hate derxistin û bo dermankirinê ji nexweşxaneyê re hate şandin.

Navên welatiyên jiyana xwe ji dest dane û yê birîndar nehatiye hînbûn.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *