Konseya Ewropayê jibo hilbijartinan dê çavdêran bişîne Tirkiyeyê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Meclîsa Parlamanteran ya Konseya Ewropayê jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê dê çavdêran bişîne Tirkiyeyê.

Şandeya çavdêran dê ji 12 heta 15’ê Gulanê li Tirkiyeyê çavdêriyê li hilbijartinên Serokkomarî û parlamanteriyê bike.

Pisporên sîyasetê dîyar dikin ku hilbijartinên roja Yekşemê yek ji hilbijartinên herî girîng yên dîroka Tirkîyê ne.

Hilbijêrên Tirkîyê dê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran herin ser sindoqan.

Piranîya anketan îdia dikin ku namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu li pêş Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e, lê Erdogan dibêje ewê careke din serketî be.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku di bin sêwaneya Partiya Çepên Keskan tevli hilbijartinan dibe, bo serokkomariyê namzet diyar nekir û hember desthilata Erdogan piştgirî dide Kiliçdaroglu. (VOA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Konseya Ewropayê jibo hilbijartinan dê çavdêran bişîne Tirkiyeyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *