Di 7 mehên destpêka îsal de 11 hezar û 559 şîrket hatine girtin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yekitiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê raginad ku di 7 mehên destpêkê yên îsal de li seranserê Tirkiyeyê 11 hezar û 559 şîrket û 449 kooperatîf hatine girtin.

Yekitiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) daneyên Tîrmeha îsal ên derbarê damezrandin û girtina şîrketên li Tirkiyeyê de belav kirin.

Li gorî wan daneyan, di meha Tîrmehê de li gorî meha Hezîranê rêjeya şîrketên ku hatine damezrandin ji sedî 1,1 kêm bûye û rêjeya şîrketên ku hatine girtin jî ji sedî 10,7 zêde bûye.

Di heman mehê de hejmara şîrketên ku hatine damezrandin daketiye 9 hezar û 326’an.

Ew hejmar meha Hezîranê 9 hezar û 429 bû.

Rêjeya şîrketên ku hatine girtin, di Tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 10,7’an daketiye 2 hezar û 67’an.

Hezîranê tenê hezar û 867 kompanya hatibûn girtin.

Meha Tîrmehê hejmara şîrketên ku hatine damezrandin li gorî heman meha sala borî, ji sedî 11,7 zêde bûye.

Li beramber vê, hejmara şîrketên ku hatine girtin jî bi rêjeya ji sedî 30,3 zêde bûye.

Li gorî heman daneyan, ji Mijdarê heta Tîrmeha îsal li Tirkiye 11 hezar û 559 şîrket û 449 kooparatîf hatine girtin.

Di heman serdemê de 74 hezar 726 şîrket û kooperatîf jî hatine damezrandin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di 7 mehên destpêka îsal de 11 hezar û 559 şîrket hatine girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *