Di çalakiyên li Îranê de, 76 kes hatine kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê, ji roja destpêka çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî kuştina jina Kurd a 22 salî Jîna Mehsa Amînî, herî kêm 76 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê, daneyên 10 rojan yên çalakiyên ku piştî kuştina Jîma Mehsa Amînî ya ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin, eşkera kir.

Li gor nûçeya Rûdawê, ji roja destpêka çalakiyan heta niha 4 jê zarok û 6 jî jin, herî kêm 76 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Her wiha li cîhanê jî bertekên hemberî rejima Komarî ya Îranê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Fransa û Kanadayê helwesta hêzên Îranê yên li dijî çalakvanan şermezar kirin û Serokwezîrê Kanadayê got, ew dê dorpêçan bi ser Îranê de bisepînin, bi taybetî jî bi ser Polîsê Exlaq ê wî welatî.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di çalakiyên li Îranê de, 76 kes hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *