Di Çemê Miksê de kelecana raftîngê

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Navçeya Miksê ya Wanê ku bi bedewiyên xwe yên sirûştî balê dikişîne, siruşthezan di Çemê Miksê da raftîng kir.

Navçeya Miksê (Bahçesaray) ya Wanê ku bi bedewiyên xwe yên siruştî dertê pêş, bi daristan, darên xwe yên gûzê, Çemê Miksê û siruşta xwe, mazûvaniya gelek welatiyan dike.

Kulûba Werzişê ya Siruşta Geliyan a Wanê li navçeyê çalakî li dar xist û 58 siruşthez beşdarî çalakiyê bûn. Beşdarvanan botên ku danîn ser Çemê Miksê û di parkureke 4 kîlomêtreyî da raftîng kir.

Serokê Kulûbê Omer Demez diyar kir ku Miks bi siruşta xwe ya xerabnebûyî, balê dikişîne û wiha dewam kir, “Me li ser Çemê Miksê raftîng kir. Av pir sar bû. Ji ber ku hewa germ bû, em necemidîn. Em her kesî dewetî Miksê dikin. Werin, vê siruşta destpêneketî bibînin û di vê ava xweş da raftîng bikin.”

Sadî Akin jî diyar kir ku siruşta navçeyê bala meriv dikişîne û wiha got, “Heke li ser vî çemî raftîng were kirin, ev ê piştgiriyê bide aboriya navçeyê jî. Ava wê pir sar e. Siruşta wê newaze ye. Divê her kes were vê derê bibîne.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di Çemê Miksê de kelecana raftîngê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *