Di nava 6 mehan de nêzî 185 geştiyar hatine Wanê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van haber-Di 6 mehên destpêka îsal de 184 hezar û 591 geştiyar hatine Wanê li cihên geştiyariyê geriyan e.

Li gor daneyên Wezareta Çand û Geştiyariyê di 6 mehên destpêka îsal de 22 milyon û 945 hezar û 402 geştyaran serdana Tirkiyeyeyê kirine.

Di nava wan de 184 hezar û 591 geştyar jî hatine Wanê. Wezaretê ragihandiye ku tenê di meha Hezîrana îsal de 46 hezar û 796 geştiyaran serdana Wanê kiriye.

Wezîrê Çand û Geştyariyê Mehmet Nurî Ersoy li bajarê Stenbolê di daxuyaniyeke çapemeniyê de daneyên nû yên têkildarî geştiyariya Tirkiyeyê da. Ersoz wiha got: “Li Tirkiyê rêjeya geştyariyê di 6 mehên destpêka îsal de li gor heman serdema sala borî ji sedî 17.5 zêde bûye û Tirkiyê pêşwazî li 22 milyon û 945 hezar geştyaran kiriye. Tirkiyê di wan 6 mehan de 21.7 milyar dolar dahata geştiyariyê bidest xistiye.”

Ersoy herweha ragihand ku armanca wan ew e îsal 56 milyar dolar dahatê ji sektora geştyariyê bi dest bixin û got, ew di 6 mehên destpêka îsal de gihiştine ji sedî 27ê wê armancê. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di nava 6 mehan de nêzî 185 geştiyar hatine Wanê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *