Dolarê rekorek nû tomar kir

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bihayê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî careke din daket û dolar rekoreke nû tomar kir.

Îro dolar li hember lîreyê Tirkî gihişte 26.25 lîreyan û rekoreke nû tomar kir.

Herwiha li bazara serbest jî yek dolarê Amerîkî bi 26.46 lîreyên Tirkî tê firotin.

Banka Navendî ya Tirkiyê 22’ê Hezîranê biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de eşkere kiribû û piştî wê biryarê nirxê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî daket.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê, piştî zêdetirî 2 salan ji biryara xwe ya kêmkirina rêjeya faîzê vegeriyabû û rêjeya faîzê ji %8.5’an bo %15’an zêde kiribû.

Tevî zêdekirina rêjeya faîzê, lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî zêdetir nirxê xwe ji dest da.

Li aliyê din bihayê Euro li beramber lîreyê Tirkî îro gihişte 29.85 lîreyan.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dolarê rekorek nû tomar kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *