Masîgiran li Gola Wanê dest bi nêçîra masiyan kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vanhaber-Piştî bidawîbûna qedexeya nêçîra masîyan, masîgiran li Gola Wanê dest bi nêçîra masiyan încî kefalê kirin.

Di Gola Wanê da masî di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da koçî avên şêrîn dikin ku xerzê xwe daynin û li hev zêde bibin. Ji ber vê yekê di navbera van dîrokan da girtina masiyan tê qedexekirin.

Masîgiran li Gola Wanê dest bi nêçîra masiyan kir - Masigiran li Gola Wane dest bi necira masiyan kir 3

Li navçeyên Îpekyolu, Edremît, Tûşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê yên Wanê û li navçeyên Xelat, Elcewaz û Tetwanê yên Bidlîsê masîgir şeveqa sibehê çûn nava golê.

Masîgiran piştî 90 şevî torên xwe avêtin nava golê û wê heta 15ê nîsanê bikaribin di golê da masiyên încî kefal bigirin.

Masîgiran li Gola Wanê dest bi nêçîra masiyan kir - Masigiran li Gola Wane dest bi necira masiyan kir 2

Nedîm Aslanê ku 30 sal e li navçeya Erdîşê masîgiriyê dike, diyar kir ku piştî rabûna qedexeyê wan got “bismillah” û torên xwe avêtin nava Gola Wanê.

Aslan daxuyand ku ew dixwazin sezoneke bi xêr û bereket derbas bikin û wiha dewam kir, “Me amadehiyên xwe kuta kirin. Me kelekên xwe temîr û eyar kirin. Bi rabûna qedexeyê ra em nîvê şevê çûn nava golê. Me torên xwe berdan binê avê. Rojeke bi xêr û bereket bû. Ez hêvî dikim ku sezona girtina masiyan wiha derbas bibe.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Masîgiran li Gola Wanê dest bi nêçîra masiyan kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *