Gav bi gav ber bi Efxanîstanê ve: Dibistanên keçikan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vanhaber-Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, derbarê pêşniyara “Vekirina dibistanên keçikan” de got desthilata heyî dixwaze jinan ji jiyana civakî qut bike û wan di nava qada taybet de heps bike. Atabay derbirî ku deshilat di vê çarçoveyê de saziyên perwerdehiyê jî wekî cihê herî guncaw dibîne.

Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn di bernameyek televîzyonê de diyar kiribû ku ji ber pergala perwerdehiya tevlihev (Karma) hin malbat naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanê û pêşniyara “Vekirina dibistanên keçikan” pêşkeş kiribû. Ev daxuyanî di nava civakê de rastî gelek bertekan hat. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman. Atabay diyar kir ku desthilat ev bi salan e binesaziyê vê yekê ava dike û got vekirina dibistanên îmam hatibê, ferzkirina dersên olî û anîna pergala 4+4+4 ku di heyama perwerdehiyê ya 2010-11’an de ketibû meriyetê, nîşaneyên vê pêvajoyê ne.

Gav bi gav ber bi Efxanîstanê ve: Dibistanên keçikan - Wezire Perwerdehiye

Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn

Derheqê nîqaşên li ser perwerdehiya tevlihev de jî Atabaya wiha axivî: “Em îro armanca wan ya bi ser perwerdehiya tevlihev de ku ev çend sale tê nîqaşkirin, baş dizanin. Desthilata siyasî ya heyî dixwaze jinan ji jiyana civakî qut bike û wan di nava qada taybet heps bike. Deshilat di vê çarçoveyê saziyên perwerdehiyê jî wekî cihê herî guncaw dibî ne.”

‘Divê mafê zarokan bê parastin’

Bi berdewamî Atabay destnîşan kir ku pêwîste mafê zarokan ji aliyê dewletê ve bê parastin û wiha domand: “Niyeta wan bo malbatên ku zarokên xwe naşînin dibîstanê ye. Di vê mijarê de divê berjewendiyên zarokan bên parastin, ne yê malbatê. Ger derdê wan malbat be, li Wanê gelek malbat dixwazin perwerdehiya Kurdî ji zarokên wan re bê dayîn. Bila ev daxwaz bê cih anîn.”

‘Dixwazin jinan di nava malê de heps bikin’

Atabay, mijar di warê pedegojî û derûniyê de jî nirxand û wiha da zanîn: “Divê zarok li dibistanê hevdû nas bikin. Pêwîste li gelyêk mezin bibin. Jin û zilam ne tenê li dibistanê, piştî jiyana dibistanê, di dema kar û zewacê de jî dê bi hevre jiyan bikin. Ew dixwazin ji dibistanê destpê bikin û piştre jî jinan ji mafê xwebatê bêpar bihêlin. Dixwazin, jinan ji dibistanê qut bikin, ji mafê xebatê bêpar bikin û bi zewacê jî wê li nava malê heps bikin. Wekî ku di şerîatê de jî heyî, ew dixwazin beyî ku mafek bê dayîn, jinan têxin bin minet û fermana hevserê wan de.”

Gav bi gav ber bi Efxanîstanê ve: Dibistanên keçikan - atabay kiz okullari 1 1024x768 1

Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê Murat Atabay

Atabay, da zanîn ku ev gotin ne tenê gotina Wezîrê Perwerdehiyê ye û diyar kir AKP, MHP, HUDA PAR û Yeniden Refah xwediyê van gotinan in û diyar kir partî dixwazin perwerdehiya laîk ji holê bidin rakirin.

‘Gotinên vala’

Atabay, bilêv kir zarok ji ber hin sedemên aborî û civakî nikarin biçin dibistanê wiha pêde çû: “Gotinên, ‘Tesîrên feodalîzmê. ‘Keçik naxwazin biçin dibistanên xortan’ gotinên vala ne. Ger tê xwesit ev zarok biçin dibistanê, divê pêşiyê qelîteya perwerdehiyê bê bilindkirin. Gelo dema zarokan dibistan qedand wê bikaribin bibin xwedî kar? An, dê bi ezmûn û mulakatên ku ji aliyê deshilata AKP MHP’ê ve hatine lidarxistin re, rû bi rû bimînin. Ji mirovan re tê gotin, ‘Heta ku hûn bi me re nekevin têkiliyê, neyên ser xeta me, zarokên we nikarin werin cihekî’ Ger we ev yek di nava civakê de cih kiribe, êdî civak jî neçarî dê bikeve ser xeta we. Îro li hemberî îmam hatib û fakulteyên îlahiyatê cudakariya pozîtîf tê meşandin. Hemû qad bi van hatine tuje kirin.

Atabay her dawî got ku destihalt dixwaze Tirkiyeyê vegerine wekî Efxanîstanê û wiha axivî: “Di rojên pêş de em dê hin gavên din jî bibînin. Wekî sendîqe çi ji destê me tê em ê bikin û serî li hemû rêyên darazî bidin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gav bi gav ber bi Efxanîstanê ve: Dibistanên keçikan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *