Fîlmek li ser tramvayên civakî: Eve Donuş

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derhinêra Wanî Dîlan Engîn bi fîlma xwe ya bi navê ‘Eve Donuş-Vegera malê’ di 12’mîn Pêşbirka Fîlman ya Mafê Mirovan a Yekitiya Ewropayê (YE) de bûye yekemîn. Engîn, serpêhatiya xwe ya sînemayê û çîroka fîlma ‘Eve Donuş’ ji Serhat Newsê re nirxand.

Di sînemaya Kurd de fikarên estetîk bi ser esasê rastiyan tê vegotin û bûyerên civakî bo ku ji ailyê nivşên nû ve neyê ji bîrkirin tê tomarkirin.

Fîlmek li ser tramvayên civakî: Eve Donuş - ab odul eve donus 1

Bîranîna jibîrkirinê

Derhinêr Engîn 14 sal beriya niha ji bo ku li Îzmîrê civaknasiyê bixwîne ji Wanê derketiye. Ew ji ber hin sedeman di pola 3’yan de dev ji vê beşê berdide. Piştre diçe beşa Nivîskarî û çêkirina fîlman û vê beşê diqedîne. Ew di dema pandemiyê de cardin vedigere Wanê û di dema lîsansa bilind de, fîlma xwe ya dawî dikişîne. Engîn, di fîlmên xwe de bi ser bingeha meseleyên  ‘Mal’ û ‘Hiş’ sekiniye û wekî dibêje, ew nameya ji xwe re nivîsiye bi dengek bilind dixwîne.

Fîlma ‘Eve donuş’; bo ku em Hirant Dînk ê ku di sala 2019’an de hate kuştin û bi sola xwe ya qul, di bîra me de maye, Dîcle Kogacioglu ya ku li dû xwe nîşeya ‘Gelek êş hene’ hişt û di sala 2009’an ji navbera me koç kir, Tahîr Elçiyê ku li ber mînareya çar pê di sala 2015’an de li navçeya Sûra Amedê hate qetilkirin, li Cizîrê, dayîka Taybet Înan a bi çend rojan cenazeyê wê li nava kolanê hate hiştin, Hecî Lokman Bîrlîk ê bi panzerê hate xuşikandin, Muharremê biçûk ê 2 salî ku di torbeyekê de bavê wî pişt kiribû, Emîne Bulut a ku hêj dengê keça wê ya ‘dayê nemire’ li ber guhê me ye û penaberên li ser sînor qefilîne, tîne bîra me.

Fîlmek li ser tramvayên civakî: Eve Donuş - eve donus2 1024x494 1

Tu dikarî ji me re hinek behsa serpêhatiya xwe ya sînemayê bikî? Te çewa destê pê kir?

Ez li Wanê ji dayîk bûm. Heta 17-18 saliya xwe li Wanê mam. Wê demê ez tevli hin xebatên civakî bûm. Bo zarokên nexweşê losemiyê an jî ên li kolanê kar dikin min xebatên hunerî meşandin. Her tim ez di nava hunerê de bûm. Lê di navbera ‘nivîsê’ û min de her tim genşiyek hebû. Hem min dixwest ez binivsim, hem jî min dixwest ez lez û bez jê dûr bim. Aliyekê jî eleqeya min bo civaknasiyê hebû. Di sala 2007’an de bo xwendina beşa civaknasiyê ya Zanîngeha Egeyê, ez çûm Îzmîrê. Piştî 3-4 salan ji ber hin zehmetiyan min dev ji vê beşê berda. Dema ku bi saya hevalekê xwe min zanî li Zanîngeha 9 Eylulê beşa Çêkirina Fîlman û Nivîskariyê heye, ez tevli azmûnê bûm û di ezmûnê de bûm yekemîn. Heta wê çaxê tiştên ku min ji xwe re wekî cezayekî ditît, min fêm kir ku bo min bûye nirxeke girîng.

Di dema xwendina beşa Çêkirina Fîlm û Nivîskariyê de jî her tim, lêgerînekî min hebû. Ev lêgerîna min hêj jî berdewam e. Rêwîtiya min her tim bi pirsên ku min pirs dikirin guheriye. Loma rêya min bi sînemayê re hem biçek tesadufî, hem jî hînbûyînê, rastî sînemayê hat.

Fîlmek li ser tramvayên civakî: Eve Donuş - eve donus 5 1024x491 1

Beriya ku ez behsa fîlma te ya dawî ‘Eve donuş’ a te xelat wergirtiye, bikim, dixwazim tu bo me behsa vegera xwe ya Wanê bikî. Te çi hîs kir? Bendewariyên te çi bûn?

Ev nêzî sê sale ez li Wanê me. Ev dem hinekî rastî heyama pandemiyê hat. Li bajar gelek tişt guherîne. Bi rastî bendewariyên min zêde tunebûn. Min dixwest ez hesta vegera malê hîs bikim. Lê ev hestekî cudaye. Girêdayî bajêr nîne. Min li Îzmîrê jî wisa difikîrê, lê ez li Wanê biçek bêhtir ‘malê’ hîs dikim.

Tu fîlma xwe wekî cerebe pênase dikî, piranî tu li ser fikra bo jibîrkirinê, bîranîn disekinî. Di fîlmê de jî bûyerên ku ev çend sale di hijê me de cih girtiye, hene. Dema van bûyeran de ez xelet nebim tu li Îzmîrê bûy. Te çi hîs kir?

Ev fîlm yek ji mînakê xebata min ya ceribanê bû. ‘Eve donuş’ wekî nameyekê ku min ji xwe re nivîsiye ye. Mirovên ku navê wan di fîlmê de derbas dibe kertika (Çetele) bi êş ya emrê min a 34 salan e. Min ew hinek li Îzmîrê berhev kirin. Min xwest ku ez şerma xwe ya ji ber vê demsala ku ez lê jiyan dikim, bidim nîşandin. Ez baş dizanim, êşên kesên din min çewa neçar dike. Pişt re ez baş çavdêrî dikim ku ev êş çewa vedigerin dibin êşên min. Hemû bêdatiyên ku li ser dinê têne jiyandin, zirarê dide têkiliya me ya bi dinyayê re. Û min ev yek bi dengek bilind wekî nexşekê nexşandiye.

Fîlmek li ser tramvayên civakî: Eve Donuş - eve donus4 1024x494 1

‘Bo başbûnê rû bi rûbûn divê’

Mijara hişê di sînemaya Kurdî de û di ‘Fîlmên li ser Kurdan’ hatine çêkirin de her tim, derdikeve pêşberî me. Gelo dema em, hem bi aliyê hunerî û hem jî rastiyê de binirxînin, fîlma Eve Donuş nirxdayîneke peşeroyê ye, an tomarkirina pêşerojê ye?

Li gor min her derdorên ku rastî polîtîkayên ji bîrkirinê tên, li hemberî vê refleksên avakirina çandekî biranînê didin nîşandan. Em dizanin ku bo başbûnê, rûbirûhatin (yuzleşme) pêwîst e û em bi dengek bilind şahidan digerin. Hemû tiştên hatine jiyandin û êşên hatine kişandin pêdivî bi şahidan hene. Ez vê şahidiya xwe bi rêya hunerê pêk tînim.

Xebata weya berê ya bi navê ‘Modela Prenses’ û tiştên ku we di ‘Eve donuş’ de li ser xebitî bi rastî bi guhertinên di jiyana we re paralel pêşve diçin. Di vê rewşê de, em dikarin bibêjin ku çavkaniya herî mezin a motîvasyonê guhertina we bixwe ye?

Bi rengekî ez çavê xwe di bêjînga xwe de derbas dikim. Ez hewl didim ku bersiva pirsên ku ez ji cîhanê dikim bi xwe bidim. Ez difikirim ku ew hestek rêwîtiya kesane dide. Ez naxwazim van bi hevokên mezin û mezin rave bikim, lê ez difikirim ku heya niha wisa ye.

Fîlmek li ser tramvayên civakî: Eve Donuş - eve donus afis 750x375 1

Ji bo bîranîna Tahîr Elçî…

Di heyama dawîn de ji bo ‘Eve donuş’  di gelek festîvalan de bû fînalîst û bi xelata ku wergirt, ew li ser bingehek pir xurttir e. Li herêmek ku gelek binpêkirinên mafan lê hene, wergirtina xelata bi navê ‘Mafên Mirovan’ bi we çawa bû?

Endama juriyê Ozlem Yildiz ji bo bîranîna Tahîr Elçî xelat da. Heya wê demê haya min jê tunebû ku ez ê xelatekê bistînim. Dema ku ez bi çavên tijî hêsir ber bi kursiyê ve meşiyam, min fêm kir ku nameya min çûye ber deriyê kesên din û hatiye xwendin… Bi awayekî min bû şahidê tiştên ku ez tê re derbas bûm. Di axaftina xelatê de, ji ber hin sedeman gotina Rakel Dînk a “Çiqas bi qîmet e ku meriv bi xatirê xwe ji hezkiriyên xwe re here” hat bîra min, ez bi vê gotinê pir giriyam. Min li wir jî got, ez xwe deyndar dibînim.

Di dawiyê de, ez dixwazim ji we re bipirsim ka karek we heye ku hûn amade dikin an dixebitin…

Bi rastî gelek tişt hene. Çîrokek heye ku min ewil wek pirtûkek dîzayn kir, paşê ez plan dikim ku senaryoyê binivîsim. Ji bo bîranîna Dîcle Koçioglu…

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Fîlmek li ser tramvayên civakî: Eve Donuş

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *