‘HDP’ê di nava 7 salan de ji sedi 45 deng winda kirine!’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî wê di Adara 2024’an de bêne lidarxistin. Beriya van hilbijartinan Berpisyarê Şîrketa Lêkolînê ya Rawestê Roj Esîr Gîresûn da zanîn ku di encama xebatên wan de derketiye holê ku HDP’ê di nava 7 salên dawî de ji sedî 45 dengên xwe winda kiriye.

Berpisyarê Giştî yê Lêkolîna Rawest Roj Esîr Gîrasûn û Berpisyarê Giştî yê Specktrum House Azad Bariş di hilbijartinên herêmî/şaredarîyê yên 2024’an de rewşa partîyên desthilatîyê û muxalefetê bi taybet jî ya HDP’ê nirxand.

Li gor nûçeya ku di Dengê Amerîkayê de bi îmzeya Eyup Demîr hatiye weşandin, Giresûn, ragihandiye ku li gor daneyên Lêkolîna Rawestê di dengê HDP’ê de ji sedî 45 kêmbûn çêbûye û wiha berdewam kiriye: “7 Hezîranê 2015’an heta niha li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê HDP’ê di nav 7 salan de ji sedî 45 dengên xwe winda kirine. Em di hemû anketên xwe de ji vê dibînin.”

‘HDP’ê di nava 7 salan de ji sedi 45 deng winda kirine!’ - Roj Esir Girasun
Roj Esîr Gîrasûn

Gîrasûn, di hilbijartinên şaredariyê yên pêşîya me de jî şansên AKP’ê ji yê CHP’ê zêdetir dibîne û radigîhîne ku encama 14 Gulanê di warê derûnî de hêzek daye desthilatîyê.

Di hilbijartinên 2019’an de CHP ji AKP’ê 3 bajarên mezin wek Stenbol, Enqere, Antalya û ji MHP’ê jî 2 bajarên mezin Edene û Mêrsîn girtibû.

Encama van hilbijartinên şaredarîyê yên 31 Adara 2019’an gelek hatibûn nîqaş kirin. Ew dem dihat gotin ku heke HDP’ê piştgirî nedaya CHP’ê an jî Tifaqa Millet, pêkan nînbû ku CHP di vê hilbijartinê de van bajaran bidest bixe.

Li gor Berpisrê Spectrum House Bariş, ev stratejîya ku HDP’ê dabû pêşîya xwe ew dem rast bû. Bariş radigîhîne ku jibo ku AKP winda bike û hêza Recep Tayyîp Erdogan bişikê mantiqeke wî hebû, lê piştî ku ew şert ji holê hatin rakirin, berdewamkirina vê yekê dê zirar bide HDP. Bariş vê yekê waha dinîrxîne: “Ew dem hevpeymanîyek di navbera HDP’ê CHP’ê de tunebû. Lê paşê em fêr bûn ku îtifaqeke veşartî (ne resmî) hatîye çêkirin. Lê bi awayekî ku herkes bizanibe û dinya agahdar be tiştek dîyar nekirin. Ekrem Îmamoglu jî bi vî awayê li Stenbolê serkeftî bû.”

Bariş, gava şansê desthilatî û muxalefetê dide ber hev, herdû alîyan jî bi erênî û neyênî dîyar dike. Lê li gor Bariş şansê muxalefetê li Stenbolê zêde dixuye.

‘HDP’ê di nava 7 salan de ji sedi 45 deng winda kirine!’ - Azad Baris
Azad Bariş

Pirseke girîng jî ewe ku HDP wê di vê hilbijartinên 2024’an de roleke çawa bigre?

Di hilbijartinên şaredarîyê yên sala 2019’an de HDP’ê 3 bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn, pênc bajarên din Batman, Sêrt, Cûlemêrg, Qers û Îdir, bidest xistibû. Bi bajar, navçe û beldeyan tevahî 65 beledîye ketibûn destê HDP’ê.

Lê HDP’ê di hilbijartinên sala 2014’an de bajarên di destê wê de yên wekî Agirî, Bidlîs û Şirnex di 2019’an de winda kir û ev bajar kektin destê AKP’ê.

Di 19 Tebaxa 2019’an de li ser sê bajarên mezin yên HDP’ê destnîşankirina qayûman çêbû. Paşê jî li ser 5 bajar, 33 navçe û 7 beldeyan, bi tevahî 48 şaredarî jî destê HDP’ê hate girtin.

807 endamên meclîsa şaredarîyî ji kar hatin durxistin, 84 hevserokên şaredarîyan hatin desteserkirin, ji vana 39 neh kes hatin zindankirin hê ji van hin şaredar di zindanê de ne.

Berpirsê Specktrum House’ê Bariş destnîşan dike ku şert û mercên berê hatine guhertin, pêwîste ku HDP an jî Partîya Çep ya Kesk di sîyaseta xwe ya berê de guhertinekê çêke.

Li gor Berpisrê Rawestê Gîrasûn jî êdî HDP ketîye nav trendeke daketinê, di vê sîyaseta xwe de dilnîya (israr) bike wê bêtir dengên xwe winda bike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘HDP’ê di nava 7 salan de ji sedi 45 deng winda kirine!’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *