Hejmara pêketiyên COVID-19’ê li cîhanê cardin zêde dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di rapora WHO’yê de hate gotin ku hefteya borî li tevahiya cîhanê 5,7 mîlyon kes bi COVID-19’ê ketine.

Malpera Worldometerê jî diyar kiriye ku li tevahiya cîhanê ji destpêka pandemiyê heta niha zêdetirî 568 milyon kes bi koronavîrusê ketine, ji van jî zêdetirî 6 milyon û 389 hezar kes ji ber COVÎT-19’ê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor nûçeya Bîanet Kurdî, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) amaje dike, ku li gel zêdebûna pêketiyan, di hejmara mirinên ji ber bi vîrusê de zêdebûnek berbiçav çene bûye. Hefteya borî 9 hezar 800 kes mirine û ev hejmar li gorî hefteya borî neguherîye.

Li Rojhilata Navîn hejmara miriyan ji sedî 78 zêde bûye

Di heman raporê de daneyên heremî jî hatine parvekirin û li gor vê ji sedî 28’an herî zêde hejmara nexweşan li Rojavayê Pasîfîkê û bi rêjeya ji sedî 25’an jî li Rojhilata Navîn bûye.

Li Afrîkayê hejmara pêketiyan, ji sedî 33 û li Amerîkaya Bakur û Başûr ji sedî 1 kêm bûye, li Asyaya Başûr ji sedî 5 û li Ewropayê jî ji sedî 4 zêde bûye.

Rojhilata Navîn hejmara nexweşan ji sedî 78 zêde bûye, li Asyaya Başûr ji sedî 23, li Afrîkayê ji sedî 17, li Pasîfîk a Rojava ji sedî 10, li Amerîkaya Bakur, Başûr û Navîn ji sedî 1 kêm bûye û li Ewropayê jî weke xwe maye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara pêketiyên COVID-19’ê li cîhanê cardin zêde dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *