Hiquqnas Ebdulhîzad, bi çar zimanan ferhenga têgehên hiquqa navnetewî amade kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hiquqnas Sabir Ebdulhîzad ku ji Kurdên Îranêye û ji ber hin sedemên siyasî di sala 2015’an de bi neçarî wekî penaber hatiye Wanê, ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’bi zimanên Îngilizi, Kurdî, Tirkî û Farisi amade kiriye. Ferheng ji Weşanxaneya Sîtavê derçûye û di vî warî de bûye xebatek hêja.

Hiquqnasê Kurd Ebdulhîzad ku niha li Wanê wekî penameberekî jiyana xwe berdewam dike, xebatên li ser lîteratura hiquqê, bi taybet jî hiquqa navnetewî didomîne. Ebdulhîzad, ku lîsansa hiqûqê li Ûrmiyê xwandiye, diyar dike ku li hemberî Kurdî, her tim mereqek wî hebûye û vê derbarê de wiha axivî: “Min ji Kurdî hez dikir û berîya xwandina hiqûqê jî nivîs û helbestên min di gelek kovarên wekî Alekuk, Endîşêyê Mergewer û hwd de hatibûn weşandin.”

‘Çima em bi zimanê Kurdî perwerdeya hiquqê nadin?’

Ew piştî bidawîanîna lîsansê, lîsansa bilind ya hiqûqa navneteweyî li Tehranê dixwîne û pêşê jî dibe xwendekarê doktoraya hiqûqa navneteweyî li bajarê Hemedanê. Ebdulahîzad hevdem li gel xwandina doktorayê li Zanîngeha Mihabadê dest bi mamostîya hiqûqê dike û di heyama mamostetîyê de pirsek mezin di mejiyê wî de cih digire, “Çima em bi zimanê Kurdî wan hizr û ramanên hiquqî der nebirin? Çima em bi zimanê Kurdî perwerdeya hiquqê nadin?”

Ew pirs dibe sedemê vê çendê ku Ebdulahîzad bi kemasiyeke bingehîn bihese û ev jî kêmasiya têgehan bûye. Ebdulahîzad, hîn di dema mamostetiya xwe de dest bi amadekirina reşnivîsa “Ferhenga Têgehên Hiqûqa Nawneteweyî” dike. Ew di serî de bi sûdgirtin ji ferhengên hiqûqî karê gilbijêrkirina têgehên Kurdî yên hiqûqa navneteweyî dike û hewil dide berginda wan ya Îngilîzî û Farisî jî lê zêde bike.

‘Pirsgirêka sereke pirsgirêka têgehan e’

Ebdulahîzad di berdewaniya axaftinên xwe de bal kişand ser pirsgirêka sereke di warê hiquqê de û wiha pêde çû: “Di famkirin û perwerdeya bi Kurdî ya zanista hiquqê de pirsgirêka sereke pirsgirêka têgehan e.  Dema ku mirov li zimanê Kurdî dinêre, dibîne ku zimanekî pir dewlemend û berfireh e. Lê ji ber ku di warê hiqûqê û bi taybetî hiqûqa navneteweyî de, ku şaxeke taybet ya zanista hiqûqê ye, tu berhemeke wisa nebû ku hemû têgehan li xwe bigire, min biryar da ku ez bixwe dest bi xebata amadekirina ferhengeke têgihên hiqûqa navneteweyî bikim.”

Bi xebata xwe valahiyek mezin tuje kiriye

Ebdulahîzad destnîşan kir ku piştî hatiye Wanê, li vir ketiye nav lîteraturekî dewlemend û komeke çavkanîyên zanistî ku wî li Îrane ne dikarî xwe bigihîne wan. Ebdulahîzad di vê derbare de ramanên xwe wiha bi me re parve kir: “Jiyana min ya hiqûqî wiha destpek kir. Bi van pirsan, gelo çima bi Kurdî perwerdeya hiqûqê neyê dayîn? Çima tevî ku ez û hemû xwedekarên min Kurd in, lê dîsa jî divê ez bi zimanê Farisî perwerdê bidim? Lewra jî hewildana ji bo dagirtina wan kemasiyan û her wiha hin kar û xebatên din yên siyasî û hiqûqî bûne sedemê vê çendê ku di dawîyê da ez penaber bibim. Lê min li vir jî dest ji armanca xwe berneda û ev xebat berdewam kir. Min bi alîkariya gelek zimanas û pisporên hiqûqê karî ku ferhenga xwe bigihînim qonaxa weşanê. Ferheng bi giştî têgihên 8 jêrşaxên cûda yên hiqûqa nawneteweyî yên wekî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan, hiqûqa navneteweyî ya berpirsiyariyê, hiqûqa çareseriya aştiyanê ya nakokiyên navnetewî, hiqûqa rêxistinên nawneteweyê û hiqûqa peymanên navneteweyî li xwe digire.”

Hiquqnas Ebdulhîzad, bi çar zimanan ferhenga têgehên hiquqa navnetewî amade kiriye - Hiquqnas Ebdulhizad bi car zimanan ferhenga hiquqa netewi amadekiriye

Cudahiya di navbera ‘Têgeh’ û ‘Peyvê’ de

Ebdulahîzad herwiha bal kişand ser navê ferhengê û cîyawazîya di navbera “têgeh” û “peyv”ê de. Wî di vî warî de ev tişt lê zêde kir: “Dema ku em dibêjin têgeh, armanca me peyvek e ku xwedî wateyeke taybet e, wateyek ku haya gel pê nîne û di jîyana rojane de jî nayê bikaranîn. Bo nimûne em dikarin amaje bi peyva ‘naskirin’ê bikin. Her kes wateya peyva naskirinê dizane. Di ferhengên giştî de jî amaje bi wê wateya giştî dihê kirin ku gel fam dike. Lê dema ku em di çarçoveya zanista hiqûqa navneteweyî da peyva ‘naskirin’ê bi kar tînim, ev peyv kirasê têgehêke hiqûqî li xwe dike û tenê hiqûqnas wateya wê fam dikin. Di vî warî de, naskirin dihê wateya kiryareke sîyasî ya xwedî bandorên hiqûqî ku ji hêla dewletan ve pêk dihê. Lewra jî naskirin di qada hiqûqa nawneteweyî da ne ew naskirin e ku gel bi kar tîne.  Têgeh di rastî da heman peyv in, lê di her wareke zanistê da xwedî wateyeke taybet in û tenê ji hêla pispor û pîşekarên heman warî da dihên bikaranîn û famkirin. têgehên hiqûqê jî ev peyv in ku parêze, dadger, dozger, endamên jurîyan, şêwirmendên hiqûqê û hiqûqnas bi kar tînin. Bi giştî mirov dikare bibêje ku têgeh peyvên zanisteke taybet in ku çîneke taybet ya civakê  bi kar tîne.”

‘Hiquqa navnetewî wekî şaxeke piçûk a hiqûqê dibînin’

Ebdulahîzad li ser cudahîya di navbera hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî û giringîya hiqûqa navnetweyî jî axivî. Wî diyar kir ku pir kes bi şaşî hiqûqa navneteweyî wekî şaxeke piçûk a hiqûqê dibînin û axaftina xwe wiha domand: “Ew şaşiyek e. Hiqûqa navneteweyî ne şaxeke piçûk ya hiqûqê ye. Di dabeşkirina hiqûqê da dema ku em şaxên hiqûqê li ser bingeha sînorên derbasdariya rêzikan ji hevdu vediqetînin, hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxayî du jêrşaxên sereke ne. Hiqûqa navxayî ev şaxa hiqûqê ye ku gel zêdetir dibine û dinase. Lê ji hiqûqa navxeyî berfireftir hiqûqa navneteweyî ye. Hiqûqa navneteweyî têkiliyên di navbera endamên ciwaka navneteweyî –ku dewlet û rêxistinê navneteweyî ne- bi rê pêk dike. Hejmara jêrşaxên hiqûqa navneteweyî heger ku ji hejmara jêrşaxên hiqûqa navxayî zêdetir nebin jî, jê kêmtir nînin. Îro rojê herî kêm 30 jêrşaxên hiqûqa navneteweyî hene ku bi awayekî çalak di zanîngehan de perwerdeya wan tê dayîn. Ev jî tê vê wateyê ku hiqûqa navneteweyî şaxêke pir berfireh û girîng ya hiqûqê ye.”

Xebatên xwe bê navber didomîne

Ebdulahîzad di dawîyê de li ser jîyana xwe ya rojane, kar û xebatên xwe de hin agahî bi me re parve kirin û wiha dawi li axaftina xwe anî: “Ez jiyana xwe ya rojane bi perwedeya ziman, lêkolîn û xebatên wergerê derbas dikim. Vê dawiyê jî di bi banê Weqfa Mezopotamîyayê da û di çarçoveya projeya berfirehkirina Ferhenga Têgehên Hiqûqê de xebatên xwe yên hiqûqî berdewam dikim. Ez pir kefxweş im û xwe bextewer dibinim ku dikarim karekî bikim ku jê hes bikim. Rast e ku li vir wekî penaber dijîm, lê jîyana min bi wan xebat û hewildanan berdewam dike ku hertim hêvîya min bûne. Lewra jî ez xwe bextewer dibinim. Kêfxweş im ku heya îro çi ji destê min hatîye min ji bo zimanê xwe û bi taybetî ji bo lîteratûra hiqûqê kirîye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hiquqnas Ebdulhîzad, bi çar zimanan ferhenga têgehên hiquqa navnetewî amade kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *