Hişyariyeke tirsdêr: Dibe nifûsê dinyayê ji 8 Milyaran dakeve 100 milyonan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî ku nifûsê dinyayê gihiştiye 8 milyaran, zanyar difikirin ku weheye di demek nêzîk de “di Şaristanîyê de hilweşînek” çêbibe û nifûsê dinyayê dakeve heta 100 milyonê.

Li gor nûçeya di İndependentê de hatiye weşandin, ekolojîstê populasyonê Wîllîam Rees ku li Zanîngeha British Columbia ya Kanadayê peywirdar e, pêşbînî dike dibe ku heta dawiya vê sedsalê, nifûsê dinyayê bi lez kêm be û dakeve heta 100 milyonê.

Lêkolîner Rees, ku bo Kovara Word a zanîstî gotarek nivisiye, bilêv kiriye, dibe ku hejmarek zêde mirov di nava demek nêzîk de bi “Selihkirina (Islah) Nifûsê” re rû bi rû bimînin.  

Rees di gotarê de aniye ziman, “Mirovahî, di warê hejmara nifûsê de, bi lixwegereke (döngü) karakterîstîk ê zêdebûn û kêmbûna nifûsê dide nîşandan. (Di vê çarçoveyê de) Aboriya kadî (küresel) bivê nevê dê teng bibe û mirovahî di vê sedsalê de wê ‘Selihkirineke’ nifûsê ya mezin jiyan bike.”

Kesên zanyar, ev demek dirêje raya giştî ya cihanê hişyar dikin ku, mirov çavkaniyên xwezayî yên dinyayê, bi avayekî jêneveger dagir dikin.

Çend meh beriya niha Biyolog Tony Barnosky ê li Zanîngeha Stanfordê peywirdar e jî nivîsî bû ku piştî (jiholêrabûna) dînazoran, dinya bi tunebûnekeke mezin a girseyî ya kadî re rûbirû ye.

Hişyariyeke tirsdêr: Dibe nifûsê dinyayê ji 8 Milyaran dakeve 100 milyonan - Hisyariyeke tirsder bo mirovahiye Dibe nifuse dinyaye ji 8 Milyaran dakeve 100 milyonan 1

Li gor Rees, eger nifûsê mirovan bi vê lezê zêde bibe, wê bi hişyariyeke tund re rûbirû bimîne! Wîsa tê bawerkirin ku di hilweşîneke muhtemel de tenê dê civakên qahîm û dewlemend bikaribin jiyan bikin.

Rees di berdewamiya gotara xwe de behsa zêdebûna Homo Sapiensê jî dike û wiha dibêje: “Homo sapiens bi ser esasa zêdebûna qat bi qatî, di warê erdnîgariyê de jî berfirehbûn û her wiha bikaranîna hemû çavkaniyên heyî, pêşve çû. Di dîroka mirovahiyê ya peresendî (evrîmsel) de, helwestên wiha yên berfirehbûnî, gelek encamên nebaş derxistine holê. Li aliyê din, şoreşên zanîstî û bikaranîna sotemeniyên fosîlî, tesîra gelek encamên nebaş kêm kiriye û ji bo mezinbûn/pêşveçûna Homo Sapiensê derfetên baş derxistine holê.”

Tê tehmînkirin ku heta niha dinya 5 caran bi tunebûneke girseyî re rû bi rû maye. Ji ber ku mirov çavkaniyên wê gelek zêde bikartinin û her tim dem kurt difikirin, îhtimal heye ku pêvajoya tunebûna girseyî ya 6’an jî bilez pêk were.”

Li gor pisporan, dibe ku ev rewş, rîska têkçoyîna pergalên jiyanê yên gersitêrka me jî zêde bike.

Girêdayî vê mijarê, êdî çareseriyên wekî bikaranîna çavkaniyên enerjî yên ku dikare were nûkirin (Yenîlenebilir Enerjî) jî nikare vê pirsgirêkê çareser bike.

Li gor Rees, her çend çareseriyên nû derdikevin holê jî, bikaranîna zêde (ya çavkaniya) jî berdewam dike.

Di gotarê de tê pêşbînîkirin ku, xela (kitlik), têkçûyîna warê mirovan (Habîtat), şer û nexweşî, dê hejmara mirovan kêm bike. Rees derbarê vê mijarê de van tiştan dibêje: “Em di cihaneke herî pêkan de jiyan dikin. Guhertineke ku rê li ber êşên bêkêr ya milyaran mirovan bigire, pêkan e. “

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hişyariyeke tirsdêr: Dibe nifûsê dinyayê ji 8 Milyaran dakeve 100 milyonan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *