HRANA: Di çalakiyên li Îranê de zêdetirê 500 kes hatine kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ajansa Nûçeyan ya Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku çalakiyên li Îranê têne lidarxistin dişopîne, destnîşan kir ku ji destpêka çalakiya vir ve 503 welatî ji ailyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

HRANA, ku navenda wê li Amerîka ye, derbarê çalakiyên ku ev çend mehe li Îranê berdewam dikin de agahî parve kirin.

Rêxistinê bi ser hesaba xwe ya Twîtterê de zanîn ku ji destpêka çalakiyan vir ve li Îranê herî kêm 503 kes ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin. HRANA’yê ragihandiye ku ji wan kesên hatine kuştin, 69 kes ji 18 saliyê biçûktir in.

‘Heta niha 18 hezar kes hatine desteserkirin’

Her wiha li gor daneyên ku rêxistina navborî eşkere kiriye, li Îranê pirtir 18 hezar û 400 kes jî hatine desteserkirin.  

Di çalakîyeke vê dawîyê de, çêkerên fîlman li pêş Girtîgeha Evîn ya li Tehranê kom bûn û girtina Taraneh Alîdostî şermezar kirin.

Aktrîsa navdar Aldostî piştgirî dide protestoyan ku wê herî dawî bi bi pankarteke li ser ‘’jin, jîyan, azadî’’ hatibû nivîsîn poz dabû û ew fotografrek li ser medyaya civakî weşandibû.

Ajansên dewleta Îranê dîyar dikin ku Alîdostî ser protestoyên li seranserê welêt nûçeyên derew belav dike.

Pêla protestoyên li Îranê piştî Jîna Mehsa Amînî ya 22 salî di derdestîyê de hat kuştin destpê kir.

Amînî bo ku serê xwe li gor rêbazên Îslamî negirtibû, ji hêla ‘Polîsên exlaqê’ ve hatibû desteser kirin û dû re cenazeyê wê ji malbatê re hatibû dayîn. (Dengê Amerîkayê)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HRANA: Di çalakiyên li Îranê de zêdetirê 500 kes hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *