Ji Amedsporê re dîsa biryara ‘Qedexeya alîgiran’ hate dayîn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji bo pêşbirka di navbera Amedspor û Arnavutkoy Belediyesporê de ku dê li Stenbolê bê lîstin, ji bo alîgirên Amedsporê biryara ‘Qedexeya alîgiran’ hate dayîn. ‘

Amedsporê vê hefteyê dê li deplasmana Arnavûtkoy Beledisporê bilîze. Desteya Ewlekariyê ya Werzîşê ya Navçeya Arnavûtkoyê ji bo pêşbirka ku dê di navbera Arnavûtkoy Belediyespor-Amedsporê de were lîstin biryara ‘Qedexeya alîgiran’ da. Li gorî biryarê, dê alîgirên tîma li deplasmanê negirin stadê.

Desteya Rêveber a Amesporê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku di navbera tîma wan û Arnavûtkoy Belediyesporê de tu pirsgirêk nînin û biryara hatiye dayîn ne li gorî ruhê dostanî, aştî û biratiyê ye. Her wiha bang li alîgirên xwe kir ku di demeke tîma wan ber bi şampiyontiyê ve diçe de li provakasyonan hişyar bin û maçê li malên xwe temaşe bikin.  (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Amedsporê re dîsa biryara ‘Qedexeya alîgiran’ hate dayîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *