Ji IMF’ê bo aboriya cîhanê hişyariya resesyonê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Seroka Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva eşkere kir ku li bendê ne di sala 2023’yan de aboriya ji sisêyan yekê cihanê bikeve resesyonê .

Seroka IMF’ê Kristalina Georgieva di kanalek televizyonê ya Amerîkayê de, derbarê aboriya cihanê de hin nirxandin kirin. Georgieva destnîşan dike ew li bendê ne ku aboriya cîhanê, di sala 2023’yan de bikeve nava rewşekî zehmet de û wiha domand, “(Aboriya) ji sisêyan yekê dinyayê dê bikeve resesyonê. Welatên ku nekevin resesyonê jî wekî ku ketibin resesyonê dê vê pêlê hîs bikin. Ji bo piraniya welatên dinyayê 2023 dê ji 2022’yan zehmetir derbas bibe.”

‘Aboriya herî xurt ya Amerikayê ye’

Georgive wekî sedema vê yekê jî aboriya 3 navendên mezin Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û Çîn nîşan daye ku ew ketine asta hêdîbûnê. Seroka IMF’ê gotiye ji bo Çînê jî îsal dê saleke zehmet be. Li aliyê din eşkere kiriye ku di nav van de yê herî xurt aboriya Amerîkayê ye. (Dîyarname)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji IMF’ê bo aboriya cîhanê hişyariya resesyonê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *