Ji kujerê du kesan re 2 caran cezayê heta bi hetayê hate xwestin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derbarê mamosteyê bersucê kuştina 2 kesan Mehmet Veysi Şenguler de bi daxwaza du cara cezayê heta bi hetayê doz hate vekirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê ya derbarê mamosteyê Olê Mehmet Veysi Şenguler (50) ku bersûçê kuştina hevjîna xwe Zeynep Şenguler (47) û Veysel Coşkun e (65) , bi dawî bû. Di îdîanameya ku ji aliyê 5’emîn Dagha Cezayê Giran a Wanê ve hatiye qebûl kirin de, ji bersûç Şenguler re bi hincetên “Bi avayekî zanabûn kuştin”, “Bi zanebûn kuştina hevjînê” û “Muxalefeta li hemberî xalên 13 û 15’mîn yên qanûna hejmar 6136’an” du caran cezayê heta bi hetayê hate xwestin.  

Di îdîaneyê de hate diyar kirin ku li ser daxwaza parêzerên jibo rapora tenduristiya eqil bê wergirtin Şenguler sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Her wiha hate gotin ku di warê tenduristiya eqil de tu pirsgirêkên bersuç tunene.

Herwiha di îdîanameyê de hate gotin ku xeta telefonê ya Zeynep Şengulerê tunebûye û tu têkiliyên telefon an jî peyaman di navbera Veysel Coşkun û Zeynep Şenguler de nehatiye testpîtkirin. Loma hate xwestin ku derheqê bersûç de huqmên ‘daxistina tehrîka neheqî’ neyên bikaranîn.

Yekemîn rûniştina doza Şenguler di 31’ê Gulanê de wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.

Çi bûbû?

Li gor îdîayê, di 29’ê Çile de, Mamosteyê Olê û melayê berê Mehmet Veysî Şenguler, li ser cadeya Defterdariyê ya li navçeya Rêya Armuşa Wanê,  gule berdane hevjîna xwe Zeynep Şenguler (47) û Veysel Coşkun (65). Coşkun û Zeynep Şenguler li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn û bersûç Şenguler jî hatibû girtin.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji kujerê du kesan re 2 caran cezayê heta bi hetayê hate xwestin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *