Ji PENa Kurd bo çalakiyên Îranê bangawazîya piştgiriyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

PENa Kurd, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên li Îranê diyar kir û bang kir ku li her derî piştevaniya çalakiyên gel yên li Îranê bê kirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, navenda PENa Kurd, qetilkirina Jîna Mehsa Amînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

PEN a Kurd, daxuyaniya xwe de piştgirî dide çalakiyên gel yên li Îranê û wiha dibêje:

“Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, Kurdên li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd de daketin qadan û bertek nîşan dan. Ev bertek di demeke kurt de ji bo azadî û mafên seretayiyên jiyanê li Kurdistan û tevahiya Îranê veguherî serhildan û raperînê û li seranserî Îranê vegirt.

Nîşaneya vê ya herî şênber dengvedana dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê, Îran, Efxanîstan û her aliyê cîhanê ye.

Ev serhildan û raperîn, herçiqas di encama qetilkirina jineke kurd de pêk hatibe jî di bingeha xwe de, encama zilm, zordarî, zext, êriş, girtin, îşkencekirin, recmkirin, darvekirin û qirkirinên ji 40 salan zêdetir ên pergala dîktator, totalîter û kujer a Komara Îslamî ya Îranê li hember hemû gelên Îranê ye.

Pergala îslamî ya siyasî neyarê hemû kesên azadîxwaz û gelên azadîxwaz e. Piştî serhildan û raperîna seranserî li Îranê gelek berxwedêr û serhildêr hatine qetlkirin, birîndarkirin û girtin. Gelek rojnameger, xebatkarên çandê û çalakgerên mafê mirovan, rastî êrişan û girtinê hatine, agahiyek ji wan nayê hildan û jiyana wan di xeterî de ye.

Divê hemû cîhan dengê gelên Îranê, bi taybetî jî dengê jinan ku di 40 salên desthilatdariya Komara Îslamiya îranê de hatine tepeserkirin û ji biçûktirîn mafên însanî bêpar mane bibihîze û ji bo pêkhatina armancên wan ên herî mirovîn û xwezayî çi pêwîst be bike.

Em weke Navenda PENa Kurd, bi awayekî gelek zelal diyar dikin ku weke roja pêşîn, niha jî heya dawiyê bi daxwazên rewa û demokratîk ên gelên Îranê yên azadîxwazane re bin.

Herwiha em bang li hemû tevger, sazî, dezgeh, platform, rewşenbîr û kesayetiyên gelê kurd, gelên Îranê û tevahiya azadîxwazan dikin ku bi hiş û giyanê homanîte û demokratîk, li her derê pêşengî û piştevaniya vê serhildan û raperîna dîrokî bikin.

Erk, peywîr û berpirsyariya nivîskarî û rewşenbîriyeke rasteqîn a mirovî, wijdanî, civakî, rewşenbîrî, neteweyî ew e ku ji bo azadiya gel û neteweya xwe li pêşiyê be, ji her milî ve bibe pêşeng û têkoşer.

Em ji nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd li Kurdistan, Ewropa û cîhanê, PENên hemû welatan, PENa Navneteweyî dixwazin bi têkoşîn û çalakiyên xwe yên cur bi cur pêşengiya vê serhildan û raperînê bikin û bi rengekî herî çalak bi gelê hemû gelên Îranê yên azadîxwaz re bin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji PENa Kurd bo çalakiyên Îranê bangawazîya piştgiriyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *