Ji rewşenbîr û nivîskaran bo Tifaqa Ked û Azadiyê piştgirî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê 80 nivîskar û rewşenbîran piştgiriya xwe bi daxuyaniyekê ragihandin.

Gelek nivîskarên navdar yên wekî Ahmet Telli, Mûrathan Mûngan, Oya Baydar, Încî Aral, Latîfe Tekîn û Zülfû Livanelî jî di nav de 80 nivîskaran bo Tifaqa Ked û Azadiyê piştgiriya xwe eşkera kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Tirkiye di gêreya xizanî û zextan de xeniqîye, zanist û huner ji her wextê zêdetir di bin êrîşan de ye”

“Rêkeftina Ked û Azadiyê bi xwedî derketina du gotinên xweş ku xwe dispêre dîrokeke dûr û dirêj û berhevkirina têkoşînê, derketiye rê. Em weke nivîskarên ku îmzeya wan li jêr in, em vê ronahiya hêviyê ya ku we pêxistîye silav dikin.”

Her weha di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Em Rêkeftina Ked û Azadiyê pîroz dikin. Bila rêya dûr û dirêj ya li pêşiya me vekirî û ronî be.”

Li gor nûçeya Bîanet Kurdiyê navên nivîskarên îmzekar wiha ne:

Adnan Ozyalçiner, Ahmet Tellî, Ahmet Umit, Akin Olgun, Akîf Kurtuluş, Altay Oktem, Asli Tohumcu, Asuman Susam, Ayşegul Devecioglu, Ayşen Saribaş, Bilsen Başaran, Bulent Tekin, Cevat Çapan, Çetin Yigenoğlu, Deniz Durukan, Dilek Ozkan, Dilruba Erenler, Dizdar Karaduman,  Emel İrtem, Eylem Can, Fatma Aras, Fergun Ozelli, Figen Şakacı, Gamze Arslan, Gaye Boralıoglu, Gokçer Tahincioglu, Gokhan Tuncay, Gulce Başer, Guler Surucu, Hande Baba, Hasan Oztoprak, Hatice Meryem, Hayri K. Yetik, Hicri İzgoren, Husnu Arkan, İnci Aral, Kamil Tekin Surek, Kerîm Akbaş, Latife Tekin, M. Mahzun Dogan, Mahir Unsal Eriş, Mazlum Çetinkaya, Mehmet Ozceylan, Mehmet Sait Aydın, Mehtap Ceyran, Meral Şimşek, Murat Uyurkulak, Murathan Mungan, Mustafa Koz, Nalan Çelik, Namık Kuyumcu, Neşe Yaşın, Neval Savak, Niyazi Zorlu, Nuray Gok Aksamaz, Oguz Tumbaş, Olcay Ozmen, Oya Baydar, Oylum Yılmaz, Omer Asaf Tosun, Ozer Akdemir, Ozgun E. Bulut, Ozgur Zeybek, Rahmi Emeç, Sema Kaygusuz, Semih Gumuş, Serdar Koçak, Şaban Ol, Şebnem İşiguzel, Şevki Ozdemir, Tahir Şilkan, Tugrul Keskin, Turan Horzum, Turgut Uzum, Unal Ersozlu, Vecdi Erbay, Yelda Karataş, Yucelay Sal, Zubeyde Seven Turan, Zulfu Livaneli.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji rewşenbîr û nivîskaran bo Tifaqa Ked û Azadiyê piştgirî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *