Ji Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkên nû derketine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weşanxaneya Nûbiharê, di nav de hin pirtûkûn bo zarokan û yên wergerê jî heyî 7 pirtûkên nû çap kirine.

Li gor nûçe Bîanet Kurdî, 7 pirtûkên nû yên cur be cur ji Weşanxaneya Nûbiharê der çûne. Hate diyarkirin ku di nava van berheman de, yek ya zarokan e û yek jî ji Tirkî wergerê Kurdî hatiye kirin.

Pirtûka bi navê ‘Cilên Qral ên Nû’ a nivîskar Andersen ji aliyê Leyla Alûciyê ve hatiye ve hatiye wergerkirin. Ev pirtûk behsa qralekî dike ku pir ji kincên xwe hez dike.

Pirtûka ji aliyê Raîf Yaman ve hatiye amadekirin a bi navê “Fonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî”  balê dikişine ser ser fonolojiyê ya Kurdolog û seyyahên rojavayî yên li heremê geriyane.

Ji Ariyasî pirtûkek nû

Ebdulkerîn Surûş ango Ariyasî li ser çanda muzîkê ya kurdan pirtûkek amade kiriye. Di vê pirtûkê de nivîskarî hewl daye ku “beşek ji nêrînên etnolojiyê-gelnasiyê beyan bike û çanda gelêrî li pişka stran û awazên Kurdî nîşan bide, alav û amûrên muzîkê û hinek hunermendên navdar bide naskirin.”

Pirtûka bi navê “Ji Hewşa Xelkê – Guldesteyek ji Kurteçîroka Almanî” ji aliyê Dr. Abdullah Incekanî ve hatiye amadekirin. Ev pirtûka ku Nûbiharê weşandiya  ji 15 çîrokên Almanî pêk tê.

Li ser jiyana Melayê Cizîrî jî pirtûkek hatiye weşandin

Gulistan Çobanê romana biyografîk a Melayê Cizîriyî nivîsiye. Di vî pirtûka bi navê “Şebçirax” de jiyana Melayê Cizîrî hatiye honandin. Roman jiyana Melayê Cizîriyî û jiyana kurdan a sedsala 16ê nîşan dide.

Pirtûkeke din ya ku Nûbiharê çap kiriye ya Grîgorî Petrovî ya navdar a bi navê “Welatê Sosinên Spî Fînlanda” ye. Medenî Ogûtî ev pirtûk ji bo kurdiyê wergerandiye ku “ji bo netewesaziya gelên bindest an jî ji bo neteweyên ji trêna pêşketinê paşdemayî rêberekek hêja ye.”

Nûbiharê li gel van pirtûkan pirtûkek bi tirkî çap kiriye. Pirtûk bîranînên rewşenbîrê kurd Emîn Feyzî Begî ye. Koma Xebatên Kurdolojiyê ev pirtûk amade kiriye ku Serhat Bozkûrt û Mesût Arslanî koordînasyona projeyê kirine. Alîşan Akpinar, Mesût Arslan, Tahîr Baykûşak, Sezen Bîlîr, Huseyîn Bozdag, Serhat Bozkûrt, Halîl Çûbûk, Namik Kemal Dînç, Ayhan Işik, Salîh Îbrahîmoglû, Bahadîn Kerboranî û Volkan Mantûyî amadekarên wê ne.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkên nû derketine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *