Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weşanxaneya Wardozê 3 pirtûkên nû yên berhevkar Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl yên bi navê “Dîdarok û Qewlikên Zarokan”, “Zêmar, Stranên Şînê” û “Qewl û Beytên Êzdiyan” çap kirin.

Weşanên Wardozê, di warê folklorê de 3 berhemên din ên hêja gihand ber destên xwîneran. Weşanxaneyê pirtûkên Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl yên bi navê “Dîdarok û Qewlikên Zarokan”, “Zêmar, Stranên Şînê” û “Qewl û Beytên Êzdiyan” weşandiye.

Di pirtûka “Dîdarok û Qewlikên Zarokan” ku ji 160 rûpelan pêk tê de;

689 dîdarok û qewlikên zarokan û 76 şîret-qesîde hene. Di dîdarok û qewlikan da hêvî, hesret, çoş, hezkirin, şîret hêmanên sereke ne. Hinek jê rasterast zarok dibêjin, hinek ji bo zarokan tên gotin. Berhevkirina vî cureyê zargotinê gelekî zehmet e, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîlî bi keda salan, bi bêhnfirehî ev qewl û beyt berhev kirine.

‘Stranên şînê’

Di berhema “Zêmar, Stranên Şînê” ku 260 rûpelî pêk tê de jî 1277 zêmar ango stranên şînê hene. Zêmar, di demên taybet da jixweber tên ristin, loma berhevkirina wan pir zehmet e. Kesên ku li ser mirî û berzebûyên xwe diêşin, kovana dile xwe di zêmaran da dirêsin. Carna li ser mirovên xwe yên winda, dûrketî û mişextî jî xema dilê xwe dirêjin. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970yî da hatine berhevkirin.

‘Qewl û Beytên Êzdiyan’

Di pirtûka “Qewl û Beytên Êzdîyan” ku ji 310 rûpelan pêk tê de qewl û beytên êzdîyan yên ku bi salan bi awayê devkî hatine gotin û destûra nivîsîna wan zehmet bûye hene. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970yî da hatine berhevkirin. Di qewl û beytan da em gelek raman, hêma û nîşaneyên êzdîyatîyê dibînin.

Xwîner dikarin van pirtûkan û pirtûkên din yên di warê folklorê de ku ji hêla Weşanxaneya Wardozê ve hatine çapkirin, hem li ser malpera Wardozê hem jî li pirtûkpiroşan peyde bike. (MA Kurdî)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *