Jinek li Hatayê piştî 201 saetan bi saxî hate rizgarkirin

featured
WÊNE AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Hatayê, di nehemîn roja erdhejê de jinek bi saxî ji bin kavilê avahî hat rizgarkirin.

Piştî 201 saetan li Hatayê jineke bi navê Emîne Akgul a 26 salî ji binê kavileke avahiyê bi saxî hat rizgarkirin. Akgul, dûre ji nexweşxaneyê re hate veguhestin.

Tîmên rizgarkirinê dema paqijkirina kavilan dikirin rastî Akgul ê hatin û di heman demê de dest bi xebatên rizgarkirinê kirin. Di encama xebatê de Akgul bi saxî ji wir hate derxistin û ew ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Karmendekî tîmên rizgarkirinê got: “Destpêkê şofêrê makîneya kar dît. Piştre tîmên rizgarkirinê midaxele kirin. Bêtevger rawestiya bû. Ji cihekî hevraz û bilind hat derxistin.”

Di 6’ê Sibatê de du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6’an li navçeyên Bazacix û Elbistan ên Mereşê çêbûn û 10 bajar hejandin.

Di encama erdhejê de wêraniyek mezin li herêmê çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, herwiha bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên herî dawî yên AFAD’ê, heta niha 31 hezar û 974 kesan di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jinek li Hatayê piştî 201 saetan bi saxî hate rizgarkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *