Kabîneya nû dê li meclîsê sûnd bixwe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Endamên kabîneya nû wê di Lijneya Giştî ya Meclîsê de sond bixwin û dest bi peywira xwe bikin. Herwiha Serokê Meclîsê jî dê bê hilbijartin.

Meclîsa ku bi merasîma sondxwarinê ya parlamenteran dest bi Heyama 28’an  kir, dê vê hefteyê jî xebatên xwe bidomîne.

Lijneya Giştî ya Meclîsê, di 7’ê Hezîranê roja Çarşemê saet 14:00’an de dê biciv e.

Berbijêrên ku dê ji bo Serokatiya Meclîsê bên diyarkirin wê heta 6’ê Hezîranê roja Sêşemê saet 24:00’an ji Lijneya Serokatiya Demkî re bên şandin. Di Lijneya Giştî ya Meclîsê de dê roja Çarşemê 7’ê Hezîranê 30’emîn Serokê Meclîsê bê hilbiijartin.

Hilbijartina Serokê Meclîsê dê bi dengdana xef bê kirin. Di her du dengdanên yekem de dê ji sê paran duyê hejmara giştî ya endaman (400 deng) û di dengdana sêyemîn de jî dê dengên piraniya nîvê endaman (301 deng) bê xwestin. Eger di dengdana sêyem de piranî pêk neyê, dê dengdana çarem ji bo du berbijêran ku di dengdanê de herî zêde deng wergirtine, were kirin. Endamê ku di dengdana çaremîn de herî zêde dengan bigire dê ji bo Serokatiya Meclîsê were hilbijartin.

Koma AKP’ê dê ji bo diyarkirina organên komê roja Sêşemê 6’ê Hezîranê bicive.

Wezîrên ku di heyama nû de cih digirin; Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezareta Dadê Yilmaz Tunc, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş, Wezareta Kar û Ewlekariya Civakî Vedat Işikhan, Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî, Wezareta Derve Hakan Fidan, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezareta Ciwanan û Werzişê Osman Aşkin Bak, Wezareta Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek,Wezareta Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezareta Çand û Geştyariyê Mehmet Nûrî Ersoy, Wezareta Perwerdehiyê Yusuf Tekin, Wezareta Berevaniyê Yaşar Guler, Wezareta Tenduristiyê Fahrettin Koca, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezareta Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumaklî, Wezareta Bazirganiyê Omer Bolat û Wezareta Gihandin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kabîneya nû dê li meclîsê sûnd bixwe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *