Kabîneya serokkomariyê wê îro bicive

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kabîneya Serokkomariyê wê îro bicive. Li bendêyê di civînê de mijara serlêdana endamtiya welatên Fînlandiya û Swêdê ya bo NATO’yê bê guftugokirin

Hat ragihandin ku civîna kabîneyê wê di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de lidarxistin.

Çavlirêye ku di civînê de tevî pêşveçûnên şerê Rûsya û Ukraynayê rewşa dawî ya li Derya Spî û pêşketinên li Lîbya û Efxanistanê jî bên nirxandin.

Ji bilî van mijaran yek ji mijarên girîng ku wê di rojeva civînê de be, krîza aborî ya li Tirkiyê ye.

Rewşa 80 hezar girtiyan jî dê bê nirxandin

Civîna ku wê li Beştepeyê bê lidarxistin de rewşa 80 hezar girtiyên jiber koronavirusê ku bi testûr hatibûn berdan û di 31’ê Gulanê de biryar hatiye wergirtin ku vegerin girtîgehê jî dê bê nirxandin.

Herwiha ligel van mijaran tê çaverêkirin ku derbarê aborî de têkoşîna dijî enflasyonê û mafên karmendên giştî û yên teqawîtan jî bên gotûbêjkirin û Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca derbarê vîrûsa sorika meymûnê de ku li çend welatan belav bûye agahiyan bide.

Serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kabîneya serokkomariyê wê îro bicive

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *