Karsazekî Kurd li Stenbolê hate rewandin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Karsaz Zekî Oguz li Stenbolê hatiye revandin. Dîmenên ku hatine weşandin de tê dîtin Oguz ji aliyê 3 kesan ve bi darê zorê li wesayîkê tê siwarkirin.

Karsazê Kurd Zekî Oguz ku li Almanyayê jiyan dike û li Taksîm a Stenbolê şirîkê xwaringehekê ye, li Stenbolê hate revandin.

Li gor agahiyan, karsaz Oguz heftêyek beriya niha hatibû Tirkiyeyê û rojekê piştî hatina xwe, li Kemerburgaz Goktûrkê winda bû.

Xizm û kesên wî piştî ku ti agahî derbarê wî de nezanîn, serdana Rêveberiya Ewlekariyê kirin û polîs agahdar kirin ku Zekî Oguz winda ye û ti agahî jê nayê wergirtin.

Ji bo zanîna çarenûsa Oguz, dîmenên kamerayên ewlehiyê yên bazarên derdorê hatin lêkolînkirin.

Di dîmenan de tê dîtin, Zekî Oguz dema ji sûka ku lê tiştan dikire derdikeve ji aliyê 3 kesan ve bi darê zorê li wesayîtê tê siwarkirin.

Parêzer Abdurrahman Karabulut ku xizmê wî karsazê Kurd e, îdia dike ku Oguz ji aliyê “hêzên dewleta kûr” ve hatiye revandin.

Karabulut dîmenên kameraya ewlehiyê ya revandina Zekî Oguz li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir û wiha axivî:

“Karsazê Kurd ê Almanyayê Zekî Oguz 10 roj berê li Stenbolê hat revandin. Hîn xebera me ji Zekî Oguzê kurê xaltiya xezûrê min nehatiye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di destê hêzên dewleta kûr de ye.” (Rûdaw)

https://twitter.com/avkrblt/status/1641888966055022599

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Karsazekî Kurd li Stenbolê hate rewandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *