Kiliçdaroglu li Agiriyê axivî: Kêmasî ya me ye

featured
WÊNE: Navenda Giştî ya CHP'ê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Agiriyê di gera xwe ya jibo dikandaran de got, “Dengê ku me ji Agiriyê hêvî dikir, me bi dest nexist. Kêmasî ne ya Agiriyan e, kêmasiya me ye. Em ne hatin, em ne li ser sifreya we rûniştin, ne çaya we û ne jî qehweya we vexwar. Em li Enqereyê rûniştin û em axivîn.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya gera xwe ya Agiriye de, çû navçeya Bazidê û beşdarî civîna karsazan bû. Kiliçdaroglu piştre çû cem dikandaran û ji bo komeke qelebalix axaftinek kir

‘Ez bo serdana esnafan hatime vir’

Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglu, di axaftina xwe de got, “Bi rastî ez ji bo serdana esnafan hatim vir. Ez sozê didim we, ez ê bi komeke CHPê ya gelekî mezintir werim vir.”

Kiliçdaroglu di berdewamiyê de destnîşan kir, “Gelek pirsgirêkên we hene. Agirî bajareke ku ev 12 sal in dahata wê kêm bûye. Bajarê ku herî zêde bêkarî lê heye Agirî ye. Bajarê ku herî zêde ciwanên di bin 24 saliyê de lê hene dîsa Agirî ye lê bêkarî, xizanî û debara jiyanê heye. Ez van hemûyan dizanim. Tenê gotineke min heye ji we re. Hûn deng bidin, hûn me bikin desthilat, hûn ê bibînin, hûn ê Agiriyê bibînin, hûn ê Qersê bibînin, hûn ê Îdirê jî bibînin.”

‘Di girtîgehê de civanên wekî şitilan hene’

Her wiha Kiliçdaroglu di axaftina xwe bang li civanan jî kir û wiha pêde çû: “Hevalên min ên ciwan, ez pirsgirêka we dizanim. Ez baş dizanim hûn di çi şert û mercan de bêkar mane. Mamosteyên me li benda kar in, ez wan baş dizanim. Li girtîgehê zarokên me yên mîna şitilan hene. Ez vê jî pir baş dizanim.”

‘Ji Erzirome heta Îranê’

Kiliçdaroglu destnîşan kir ku dema ew bêne ser desthilatê dê ji Erzeromê heta sînorê Îranê bikine herêma çandiniyê û dê ew besî Rojhilata Navîn û Kafkasan jî bike ku dê cotkar zirarê nekin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kiliçdaroglu li Agiriyê axivî: Kêmasî ya me ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *