Li Balikesîrê HDP’î hatin girtin

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêveberê HDP’a Balikesîrê Abdulhalîm Aksû û endamê HDP’ê Serdar Kocaman ku 2 roj berê hatibûn desteserkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Balikesîrê Abdulhalîm Aksû, Hevserokê HDP’a Edremîtê Emrah Îşler, Rêveberê HDP’a Bandirmayê Baran Aşar û endamê HDP’ê Serdar Kocaman ku di 11’ê Tîrmehê de hatibûn desteserkirin, piştî muameleyên li Midûriyeta Ewlekariyê sewqî edliyeyê hatin kirin. HDP’î piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgeriya Sulh Ceza ya Balikesîrê Emrah Îşler û Baran Acar bi şertê kontrolkirina edlî serbest berda û derbarê Abdulhalîm Aksû û Serdar Kocaman de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.  

Aksû û Kocaman şandin Girtîgeha Balikesîrê ya Tîpa L’yê. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Balikesîrê HDP’î hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *