Li Dêrsimê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

featured
Bajarê Dêrsimê/ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Dêrsimê hemû cure çalakî bo  15 rojan ji aliyê walitîyê ve hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Dêrsimê, ji saet 00.01’a 1’ê Tebaxê heta saet 23:59’an a 15’ê Tebaxê li navenda bajêr û bajarokên Dêrsimê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev, vedana çadir û çalakiyên din hatine qedexekirin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de behsa 21’emîn Festîvala Munzurê jî hatiye kirin ku di rojên 3-6’ê Tebaxê de tê sazkirin û tê îdîakirin ku ji bo festîval di rewşeke aram û ewle de bê kirin, tedbîrên cuda hatine wergirtin.

Herwiha hatiye tekezkirin ku di wê demê de rê nayê dayîn ku ti kar û çalakiyên bêdestûr bêne kirin.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê, çalakiyên fermî yên ku walîtî û qeymeqamî destûrê didin wan li xwe nagire.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Dêrsimê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *