Di encama êrîşa DAIŞ’ê de 5 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

featured
Reuters
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

SOHR’ê ragihandiye ku di encama êrîşeke DAIŞ’ê de li bajarê Hemayê ya Sûriyeyê 5 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Îro Sêşemê ragihand ku çekdarên rexistina tundrê DAIŞ’ê doh bi şev êrîşê karwanekî leşkerê rejîma Şamê kirine, ku di nav de tankêrên petrolê jî hebûn.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) got ku êrîşa DAIŞ’ê doh şev piştî saet 00:00`an li ser rêya Reqa-Selamiyê ya li rojhilata Hemayê, pêk hatiye.

Rexistinê bi berdewamî diyar kir ku di encama êrîşê de 5 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne û herwiha hejmareke tanker jî şewitîne.

Şam FM ya nêzî hikumeta Dîmeşqê jî ragihand ku li ser rêya Hums-Reqayê li nêzî herêma Mecbel di navbera hêzên dewletê û komeke çekdaran de ku tê texmînkirin girêdayî DAIŞ`ê ne, şer derketiye.

Ji alîyê din ve SOHR’ê îro bi daxûyanîyeke dîyar kir ku tenê di meha Tîrmeha îsal 2023’an de li Sûriyê 288 kes hatine kuştin.

Rexistinê dîyar kir ku hejmara kuştîyên sivîl 133 kes in, ji wan 34 zarokên di bin 18 salî de ne û 13 qûrbanî jî jin in.

SOHR’ê got ku di meha Tîrmehê de 5 endamên DAIŞ’ê û 47 çekdarên Sûrî yên komên Îslamî, komên serhilde , tevger û rêxistinên din hatine kuştin.

Rexistinê da zanîn ku 20 endamên Sûrî yên komîteyên gelerî, hêzên berevanîya niştimanî û milîsên bi piştgiriya rejîmê jî di nava 288 hejmara giştî ya kuştîyan de ne.

SOHR’ê eşkere kir ku 24 endamên hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên leşkerî yên girêdayî wê jî di vê Tîrmehê de hatine kuştin.

Rexistina ku bingeha wê li London’ê ye di daxûyanîya xwe de bal kişand ser rewşa civaka Sûrî û bang li civaka navneteweyi kir ku bo rawestandina rijandina xwîna li Sûrîyê hewldanan xurt bikin. Rêxistinê bi berdewamî wiha daye diyarkirin: “Em wek SOHR careke din bang li civaka navneteweyî dikin ku bo rawestandina rijandina xwîna li Sûrîyê xebatan xurt bikin. Gelê Sûrî di hewl û doza xwe ya bi rûmet de bo destxistina dadmendî, demokrasî, azadî û wekhevîyê rastî zilm û zordarîyê tê.”

SOHR’ê bi berdewamî pabendîya xwe dubare kir, ya ku soza şopandin û belgekirina tevahîya geşadanên li ser erdê yên li Sûrîyê dide, ku di nav de komkujî, binpêkirin, tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Sûrî hatine kirin hene.

SOHR dibêje ku ew bi van xebatan yên wek şopandin,belgekirin û weşandina

hemû pêzanînên, tekildar, hejmar û agahîyên qurbanîyên van kiryarên hovane dixwaze alîkariyê bide hewlên berdewam yên bo darizandina tawankaran li dadgehên navdewletî yên taybet; ku dijî gelê Sûrî kirine. (Dengê Amerîka)

Serhat News  

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama êrîşa DAIŞ’ê de 5 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *