Li herêmê pileya germê bilind dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Meteorolojiyê ragihandiye ku li hin bajarên herêmê îro dê pileya germê ji 40’î bilintir bibe. Her wiha tê payîn ku li bajarên Serhedê jî baran bibare.  

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di daxuyaniya xwe diyar kiriye ku li bajarên Riha Amed, Sêrt, Êlih û Dîlokê pileya germê bilind dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku li Riha û Êlihê pileya germê digihe 42, li Amedê digihe 41 û li Sêrt û Dîlokê jî digihe 40 pile. Hatiye derbirîn ku li herêmê dê heta roja Yekşemê bi giştî germahî 2 pileyan bilindtir bibe.

Herwiha li bajarên Erzerom û Qersê jî tê çaverêkirin îro piştî nîvro baran bibare.

Li Erzeromê germa 30 pile, li Qersê 28 û li Wanê jî 29 pile ye. Li Enqereyê germahî 33 pile û li Stenbolê 32 pile ye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li herêmê pileya germê bilind dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *