Lî Îranê 3 çalakvan hatin bidarvekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê 3 welatî bi îdiaya ku “tevlî şerê li dijî Xwedê bûne” hatin darvekirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dezgeha Dadweriya Îranê ragihand, 3 kesên ku bi tawanbariya destê wan di kuştina karmendên ewlehiyê yên di dema serhildana Jîna Emînî de hebûn, di 19’ê Gulanê de hatine bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yakubî di xwepêşandana li Îsfehanê de bi hinceta ku çek bi wan re bûn û “tevlî şerê li dijî Xwedê (mûharebeh)” bûne, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

3 kesên di mijdara sala 2022’yan de hatibûn girtin, di meha çileya 2023’yan de hatibûn cezakirin. Dezgeha dadweriya Îranê, van sê kesan tawanbar dike ku sê endamên hêzên ewlehiyê kuştine.

 Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2022’yan a derbarê bidarvekirinê de, Îran piştî Çînê di rêza duyemîn de ye. Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de 314 bû û ev hejmar di sala 2022’yan de bûye 576. Tê diyarkirin bîlançoya rastîn girantir e.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lî Îranê 3 çalakvan hatin bidarvekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *