Li Qersê lêhî rabû: Gelek mal di bin avê de man

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Têkorê ya Qersê piştî baraneke bihêz lehî rabû û 7 mal di bin avê de man. Her wiha ji ber lêhiyê govên welatiyan jî di bin avê de man û sewalên wan jî mirar bûn.

Şevêdin, li navçeya Têkorê ya Qersê baranake bihêz û teyrok bariya. Piştî baranê çemê gundê Zîbnî yê navçeyê bi ser de çû û lehî rabû. Di encama lêhiyê de 7 mal di bin avê de man û lehiyê zerereke zêde ya maddî gihand welatiyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê û hewl dan ava ku ketiye nav xaniyên welatiyan vala bikin.

Li Qersê lêhî rabû: Gelek mal di bin avê de man - Li Qerse lehi rabu Gelek mal di bin ave de man 2

Kadîn û beşek ji govên welatiyan jî zerar dîtin û hinek sewalên wan jî mirar bûn. Muxtarê gundê Zîbnî Kemal Caylanlar ragihand ku ji ber lehiyê zerereke zêde gihiştiye niştecihên gund, lê ti zerereke canî çênebûye.

Muxtarê Caylanlar bi berdewamî wiha gotiye, “Baran gelek bariya û lehiyê li gund da. Hinek mal di bin avê de man. Spas bo xwedê ti kesekî canê xwe ji dest nedaye. Pirsgirêka me ew e ku nav çem tije dar bûne. Em dixwazin bê paqijkirin.”

Ev çend roj in li gelek bajarên herêmê baran bi bondor e. Li gor pêşbîniyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dê di heftiya pêşiya me de jî barîna baranê li hinek bajaran berdewam be. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Qersê lêhî rabû: Gelek mal di bin avê de man

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *