Li Somaliyê 740 zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest dane

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin, li Somalî welatê Efrikayê ku zêdetirê nîva nifusê wê bi birçîbûnê re rû bi rêye, îsal 740 zarok ji birçiyan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), hat destnîşan kirin ku herî kêm 7 milyon û 800 hezar welatiyên Somaliyê, di birîçbûneke gelek zehmet de dijîn. Di raporê de hişyarî hat dayîn ku eger, bo vî welatî bi avayekî lez alîkariyên mirovî neyên gihandin, hejmarek zarok jî di nav de, wehe ye ku 213 hezar kes ji birçiyan jiyana xwe ji dest bidin.

Li ser vê mijarê Serokê Ofîsa Taybet bi Alîkariyên Mirovî yâ NY’ê Martîn Griffiths got ku ew ji ber vê rewşê ketiye nava matmahiyeke kûr û da zanîn ku li Somaliyê xela li ber deriye.

Kriza aborî, şerê navxwe û hişkesaliya dijwar li Somaliyê rê li ber vê rewşê vekiriye ku , ev qas mirova bi birçîbûnê re rû bi rû mane.

Cîgirê Rêveberê Bernameya Cîhanî ya Xorakê yê Somalê Baymankey Sanko di vê derbarê de wiha axivî: “Xela li Somalê ji her demê nêzîkitr e. Ew rastî ku ser keviya çêbûnê ye, eger bi zûtirîn dem, rêgirî li ber neyê kirin. Em weke Bernameya Cîhanî ya Xorakê dibînin ku êdî em nikarin rawestînin, lewma di dema du mehên bûrî de, me gihandina alîkariyên xwe ji bo Somalê du qatan bêhtir kiriye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Somaliyê 740 zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest dane

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *