Li Wanê di dehweta eşîrê de banga xwedî derketina zimanê Kurdî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê dehweta eşîrekî vê carê ji bilî pere û zêrên ku, li bûk û zava ve hatine daliqandin, bi bangawaziyek cuda hate rojevê.

Dehwêtên eşîran ku her tim bi rengên çanda Kurdî yên ji hev cudatir derdixin pêş, gelek caran jî bi hêmanên cihe tên rojevê. Ev dehwetên eşîran ên li heremê piranî car, bi pere û zêrên zêde ku li bûk û zava ve têne daliqandin di çapemeniyê de cih digirin.

Li Wanê dehweta malbata Koçak vê carê bi bangawaziyek cihe hate rojevê.

Di dehweta ku li salonekî dehwetê hatiye lidarxistin de, xwîşka zava Ahmet Koçak a parêzer Jînda Rûgeş Koçak derket ser dikê û bo xwedî derketina zimanê Kurdî bang li mêvanan kir.

‘Hemû zindî bi zimanê xwe diaxivin’

Koçak, di axaftina xwe de balkişand ku hemû zîndewarên li ser cîhanê bi zimanên xwe diaxivin û wiha pêde çû: “Di xweza û hemû cîhanê de hûn jî dizanin ku her zindiyek bi zimanê xwe diaxive. Çivîk bi zimanê xwe dike wîçe wîç, qirik bi zimanê xwe dike qire qir, mar bi zimanê xwe dike wîte wît, kew bi zimanê xwe dike qebe qeb û bilbil; evîna xwe ya li ser gulê, bi zimanê xwe vedixwîne. Em jî pê zimanê xwe yê Kurdî xweş û şirîn in. Zimanê me yê Kurdî awazekî pir xweş e. Em pê zimanê xwe delal in. Em pê zimanê xwe şirînin û pê zimanê xwe hêja ne.”

Li Wanê di dehweta eşîrê de banga xwedî derketina zimanê Kurdî - Jinda Ruges Kocak 1024x576 1
Jînda Rûgeş Koçak

‘Kurdî hînê zarokên xwe bikin’

Her wiha Koçak da zanîn ku wekî parêzeran wan a di bin sêwaneya Baroya Wanê de bo Kurdî lijneyek avakirine û wiha got, “Me wekî parêzeran di bin sêwaneya Baroya Wanê de lijneya zimanê Kurdî ava kiriye. Di lijneya zimanê Kurdî de perwerdeyên asta yekem, duyem, sêyem û mamostetiyê, me dan çêkirin.”

Wê di berdewamiyê de bang li hemû mêhvanên tevli dehwetê bûn kir ku Kurdî hînê zarokên xwe bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez di heman demê de serokatiya lijneya zimanê Kurdî jî dikim. Ez li ser navê lijneya zimanê Kurdî hevî dikim hemû mêvanên me zimanê Kurdî nîşanê zarokên xwe bidin. Di Quran a pîroz de jî, ji bo hemû zimanan rêz hatiye girtin û her wiha di çar pirtûken (pîroz) ên din de jî.”

Piştî axaftina xwe Koçak, helbesta nemir Seydayê Cigerxwîn ya bi navê ‘Ez û Yar’ xwend.  

Dehwet bi dayîna xwarinê û govendê bi dawî bû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê di dehweta eşîrê de banga xwedî derketina zimanê Kurdî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *