Mêşvan Semo hewl dide rekora Çînê bişkêne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Mêşvan Abdulvahap Semo, beriya niha hewl dabû ku 49 kîlo mêşên hingiv li ser laşê xwe barke û 2 saaten li ser xwe bihêle û bi vî avayî rekorê bişkêne. Vê carê jî Semo xwe amade dike ku ji ber plaqeya Wanê 65 e, 65 kîlo mêşan li ser laşê xwe bar bike û têkeve pirtûka Rekoran a Guînness’ê.

Abdulvahap Semo ku mêşvaniyê dike, di 2020’an de 49 kîlo mêşên hingiv bo 2 saetan li ser laşê xwe bar kir û bi armanca danasîna hingivê Wanê, hewl dabû ku rekorekî bişkîne.

Semo ku wekî ‘Zilamê Mêşan-Ari Adam” tê nasîn, ev bi salane mêşvaniyê dike. Wî mêşvanî ji bav û kalên xwe hîn bûye.

Armanca Semo ew e ku rekora Çînê ya barkirina mêşan li ser laşê xwe ya 63 kîloyan bişkêne û têkeve pirtûka Rekoran ya Guînnessê. Ew dibêje ku bo danasîna hingîvê Wanê ji wî re armancekî serekeye.

Dixwaze hingivê Wanê bide danasîn

Ew dide zanîn ku dê vê carê bi 65 kîloyan şikandina rekorê ceribîne û bi vî avayî ew dixwaze ku rekorê ji destê Çînê werbigire. Semo diyar kir ku wî li ser înternetê lêkolîn kiriye da ku hingîvê Wanê bide danasîn û wisa biryar daye ku vê rekorê bişkêne. Wî piştre bo berhevkirina an jî barkirina mêşan ya li ser laşê xwe serî li Guînnessê daye.

<em>Mêşvan Semo hewl dide rekora Çînê bişkêne </em><em></em> - Mesvan Semo hewl dide rekora Cine biskene 2
Abdulvahap Semo

Wî cara ewil bi 10 kîloyan dest bi xebatê kiriye, piştre bi 15 kîloyan berdewam kiriye û herî dawî jî 49 kîlo mêş li ser laşê xwe bar kiriye. Ew niha hewl dide ku bo ku plaqaya Wanê 65 e, qasî pleqeyê mêşan li ser laşê xwe bar bike.

Bo hîngive Wanê ew bi serbilindî dibêje: “Em niha ji hingivê Anzerê derbas bûne.” Û diyar dike ku niha hingivê herî biha bi 2 hezar û 500 lîreyî difiroşin û daxwazek pir zêde heye. Her wiha anî ziman ku hingivê Karakovanê bi hezar û 200 lîreyî difiroşin û daxwazeke zêde lê heye.

Semo, anî ziman ku ti ferqa hingivê Şax, Şemzînan û Miksê û dibêje, “Ez dikarim îdia bikim ku li cîhanê hingivîneke bi vî rengî ya bi kalîte nîne.”

‘Divê piştgirî ji mêşvanan re bê dayîn’

Semo, da zanîn ku divê nirxa hingiv a hingiv 1200-1300 be. Semo dibêje divê destekê bidin hilberîner û wiha berdewam dike: “Ya me hezar û 200 e. Dema hingivîn hebe em nikarin xwe bidin nasîn. Ji ber ku firoşkar her dem li ser pişta çêker rûnişt. Mînak hingiv bi 100 TL ji hilberîner dikire û bi 500 TL difiroşe. Bi vî rengî, çêker nikare bijî, firoşkar dikare bijî. Divê hilberîner bê piştgirîkirin.”  

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mêşvan Semo hewl dide rekora Çînê bişkêne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *