Metropol: Dengên HDP’ê dê encama hilbijartinan diyar bike

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şîrketa Lêkolînê ya Metropollê encamên anketa xwe eşkere kir. Di encaman de derketiye holê ku rêjeya dengên Tifaqa Millet ji dengên Tifaqa Cumhur kêmtirin wisa diyare ku dengên HDPê wê encama hilbijartinê diyar bike.

Şîrketa Metropollê, encamên enketa xwe ya di navbera 15-18 Cotmehê de li ser rêjeya dengên tifaqan eşkere kirin. Anket li 26 bajaran, ligel 2 hezar û 145 kesan hatiye kirin.

Li gor anketê rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji AKP û MHPê pêk tê %46.3 û rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji CHP, IYI Partî, Partiya Demokrat û Seadet, DEVA û Gelecekê pêk tê jî %38.3 ye.

Herwiha di hilbijartinan de rêjeya dengên HDPê ku niha ligel her du hevpeymaniyan jî cih negirtiye dê diyarker be.

Li ser pirsa “Eger îro hilbijartin bên kirin hunê dengên xwe bidin kîjan partiyê” %31.9’ê beşdarvanan gotine AKP û %20.4 jî gotine CHP.

AK Partî: %31.9

CHP: %20.4

ÎYÎ Partî: %10.9

HDP: %8.8

MHP: %8.8

DEVA: %1.2

Seadet: %1.1

Zafer: %0.7

Partiyên din: %2.8

Di anketê de piştî dengên bê biryar û yên dê dengê xwe bikar neyînin hatine belavkirin, encam bi vî awayî ne:

AK Partî: %36.3

CHP: %23.2

ÎYÎ Partî: %12.4

HDP: %11.9

MHP: %10.0

DEVA: %1.2

Seadet: %1.3

Partiyên din: %2.8

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Metropol: Dengên HDP’ê dê encama hilbijartinan diyar bike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *