Rojnamevan hatin girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji 11 rojnamevanên ku hatibûn desteserkirin, 9 ji wan bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 25’ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA’yê stajerî kiribû hatibûn desteserkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz di 26’ê cotmehê de piştî karûbarên îfadeya Midûriyeta Ewlekariyê hatibû berdan.

10 rojnamevanên ku li qebûl nekiribûn li Midûriyeta Ewlekariyê îfade bidin, piştî 4 rojan derketin pêşberî dozger. Tevî ku li vir îfadeya wan ji aliyê dozger ve hat girtin, 10 rojnamevan bi daxwaza girtinê ji dadgehê re hatin şandin.

Hat ragihandin ku di dema îfade wergirtinê de, ji rojnamevanan, pirsên derbarê nûçeyên wan çêkirine, parvekirinên medya civakî û hin serdanên wan de hatine pirsîn.

Her wiha dozger, Mehmet Gunhan ê ku demekê di MA’yê de stajyerî kiribû jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir.

Piştî darizandina rojnamevanan ku heta nîvê şevê dewam kir, dadgehê derbarê Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.

 Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rojnamevan hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *