Plansazê êrîşên DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyeyê hate kuştin

featured
Rudaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

CENTCOM’ê ragihand ku serkirdeyê payemezin yê DAIŞ’ê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî, tevî du çekdaran, ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî wek plansazê operasyonên DAIŞ’ê yê li Rojhilata Navîn û Ewropayê dihate naskirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, hêzên wan, serkirde û plansazê êrişên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî ligel du çekdarên din kuştine.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de ku şevêdin hatiye belavkirin wiha hatiye gotin: “Ev serkirdeyê DAIŞ’ê îro danê sibê di êrîşeke bi helîkopteran de li bakurê Sûriyê hat kuştin. Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî hedefa sereke ya operasyonê bû. Di encama çalakiyê de 2 çekdarên din ên DAIŞ’ê hatin kuştin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku operasyon tenê bi helîkopteran ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye encamdan.

Li gor daxuyaniyê ew operasyon piştî nirxandina îstixbaratên ku di derbarê planên çekdarên DAIŞê yên ji bo revandina rayedarên biyanî de hatine bidestxistin, hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de derbarê cihê tam yê operasyona li dijî serkirdeyê DAIŞê de ti agahî nehatine dayîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Berdevkê CENTCOM’ê Joe Buccino dibêje, “Em dizanin ku DAIŞ li derveyî Rojhilata Navîn hêviyên xwe yên êrîşan didomîne. Lewma em bi biryar in ku DAIŞ’ê têk bibin.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Plansazê êrîşên DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyeyê hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *