Qesra Spî: Ji ber operasyona Tirkiyeyê  Amerîka ketiye nava fikarê

featured
WÊNE: DENGÊ AMERÎKA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berdevkê Şêwirmendîya Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî John Kirby derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakûrê Sûriyeyê de got ku Amerîka ser îhtîmala operasyonekê ketiye nava fikaran.

Berdevkê Şêwirmendîya Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî John Kirby di civîna çapemeniyê de li ser pirseke derbarê operasyona Tirkîyê û gefên ser 900 leşkerên Amerîkî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşîn dikin, de fikarên Amerîkayê dubare kir.

Kirby got, “Ger Tirkîye li Sûrîyê dest bi operasyonê bike, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) wê bertekan nîşan bide. Em bi HSD’ê re ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê hevkarîyê dikin û operasyonên Tirkîyê dikare kanîna HSD’ê ya têkoşîna dijî DAIŞ’ê sînordar bike.”

Karbidestê Amerîkî her wiha anî ziman ku ew dixwazin ku givaştina ser DAIŞ’ê bidomînin, lê wî hişyarî da ku her çiqas hêza wê rêxistinê kêm bûye jî gefên wê hîn jî hene. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qesra Spî: Ji ber operasyona Tirkiyeyê  Amerîka ketiye nava fikarê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *