Rûyeke din ê penaberan: Penaberên Astengdar

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komeleya Astengdarên Bihistin û Malbatên Wan ku li Wanê hatiye avakirin, ji bo penaberên ku ji ber sedemên cuda neçar mane koçî Tirkiyeyê bikin, toreke neasayî ava kiriye: “Niha em ji bo penaberên astengdar perwerdehiya wekheviya zayendî didin. Em bêyî ku ferqê di navbera gelên herêmê yên hewcedar û penaberan de cuda bikin, bi nêzîkatiya gelparêziyê dixebitin. Penaber jî zarokên xwe tînin komeleyê. Û zarok di hemû bernameyan de cih digirin.”

Komeleya Astengdarên Bihistin û Malbatên Wan (VÎED) ku li Wanê hatiye damezirandin, di çarçoveya “Projeya Şêwirmendî, Perwerde û Hişmendiya Penaberên Astengdar” a li bajêr ji astengdar û jinên penaber re piştgiriya hiqûqî, kursên curbecur û perwerdeya zimanê Tirkî dide”

Komele 5 sal beriya niha hatiye avakirin

Nûnera komeleya ku di sala 2007’an de hatiye damezrandin Filiz Yorukoglu dibêje ku bi tevlibûna dayikên zarokên astengdar û kesên astengdar bingehên komeleyê hatiye avêtin û diyar kir piştî damezrandina komeleyê, dîtine ku astengdar bi taybet jî yên jin, li dibistanê, li ser kar û di malê de mafên wan hatine binpêkirin, rastî cudakarî û biçûkxistinê hatine. Yorukoglu derbirî ku astengdar bi zêdehî rastî şîdet, îstîsmar û şîdeta nav malê tên.

Astengdar nikarin bigihijin mafên xwe

Ew her wiha tekez dike ku jiyana li derve ji bo kesên astengdar nayê çêkirin û çavkaniya pirsgirakan jî ev e. Yorukoglu, tevî van pirsgirêkan destnîşan dike bo çareserkirina van mijaran weke komele ji bo pêşxistina kapasîteya sazîbûnê perwerdeyek ji Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl (STGM) wergirtine û dibêje bi sedema astengdar nikarin xwe bigihînin mafên perwerde, tenduristî û xebatê wekî komele wan dest bi têkoşînê kiriye.

Bo pêkanîna pêdiviyên astendaran dixebitin

Di berdewamiyê de Yorukoglu, wiha got, “Em ji bo bihêzkirina piralî ya kesên astengdar têdikoşin. Pêdiviyên astengdaran pergala xebata me diyar dike. Îsal me dest bi xebata penaberan kir. Xebata me di çarçoveya ‘Projeya Şêwirmendî, Perwerde û Hişmendiya Penaberên Astengdar’ di Mijdara 2021’an de dest pê kir, lê ya xemgîn ew e ku li Wanê kesek din di vî warî de naxebite.”

Piştgirî didin astengdaran

Yorukoglu, anî ziman ku ew bi dilxwazî ​​piştgirî didin penaberên astengdar ên ku di bin rêberiya Weqfa Pêşxistina Çavkaniyên Mirovî û Yekîneya Wanê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de ne û diyar kir ku beriya projeya wan tenê amûr û desteka bijîşkî an jî arestekirina têkildarî perwerdehiyê wan dida astengdêran. Di berdewamiya axaftina xwe de ew dibêje bi piştgiriya ku di çarçoveya projeyê de bi dest xistine bi awayekî profesyonel dest bi xebatê kirine û van agahiyan parve dike: “Li gel me astengdarên herêmê jî hene, lewma ji bo hevgirtina civakî pêk were em lêkolîneke bi vî rengî dikin.”

Bi zimane Farisî jî xebat tên meşandin

Rûyeke din ê penaberan: Penaberên Astengdar - Filiz Yörükoğlu 678x375 2

Komeleya ku li ser tora medya civakî xebatên xwe bi farisî jî radigihîne, hem bi rêya medyaya civakî digihêje penaberan û hem jî ji saziyan serlêdanan distîne. Di heman demê de penaberên ku her 2 hefte carekê diçin îmzeyê li ser komeleyê agahdar dikin. Yorukoglu, anî ziman ku ew mafên xwe yên qanûnî rave dikin û heftê sê rojan piştgiriya hiqûqî ya bêpere didin penaberan, ji ber ku di rêyeke dijwar re derbas bûne pêwîstiya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye, lê ew wek komele piştgiriya psîkolojîk nadin.

Jibo astendaran qurs tên lidarxistin

Yorukoglu, di berdewamiya agahdarkirinê de derbarê qursên ku li dar dixin de wiha got: “Qursên me yên A1-A2 yên Tirkî hene. Penaber saet di 09:00’an de li ber deriyên xwe tên wergirtin û saet di 14:30’an de tên daxistin. Em firavînê pêşkêş dikin. Roja Pêncşem û Înê jî qursa galoşan heye. Bi gotineke din em dem bi dem qursên pîşeyî yên cîgir organîze dikin. Em niha ji bo astengdarên penaber perwerdehiya wekheviya zayendî didin”

Xebatên Zarokan jî hene

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di qursên ku me heta niha dane de zêdetirî sed mamosteyên me hen. Her kesê ku tê qeydkirî ye û çîroka wî tê guhdarîkirin. Qeyd her tim têne girtin. Ji dilxwazan piştgiriya cilûberg heye. Her kesê ku tê ji wê piştgirîyê sûd werdigire. Ji meha Mijdarê û vir ve heta niha zêdetirî 700 kesên xwecihî û penaber gihiştine me. Em bêyî ku ferqê di navbera gelên herêmê yên hewcedar û penaberan de cuda bikin, bi nêzîkatiya gelparêziyê dixebitin. Penaber jî zarokên xwe tînin komeleyê. Û zarok di hemû bernameyan de cih digirin”

Rûyeke din ê penaberan: Penaberên Astengdar - Amidejpeg 1024x769 1

Ew li qursê fêrî Tirkî dibe

Amîde Kuşkî 8 sal berê bi zaroka xwe re ji Îranê hat Wanê. Ew diyar dike ku piştî pêvajoyeke dijwar hatiye Wanê. Ew diyar dike ku ji ber zaroka wê nexweş bûye demeke dirêj ji malê derneketiye. Ew bi tirkî nizane û diyar dike ku bona ji malê dernakeve ew hewcedariya fêrbûna zimanekî nabîne. Kuşkî wiha got: “Bi pêşengiya hevalên xwe ez hatim komeleyê. Nêzî mehek û nîv e ez beşdarî kursên komeleyê dibim. Ez ji bo fêrbûna tirkî cara ewil hewl didim û beşdarî vê kursê dibim. Ez bi zarokê xwe re tenê dijîm. Ji ber ku min nikarîbû zarokê xwe li malê bi tenê bihêlim min nikarîbû derkevim derve. Lê avantajeke komeleyê heye, em dikarin zarokên xwe bînin. Dema tên kursê ji bo ku zarokê min westiya nebe û em bi rehetî werin me bi wesayîtê ji malê tînin.”

Kuşki diyar dike ku mamosteya qursê û xebatkarên ku di komeleyê de dixebitin nêzîkatiyeke pir baş ji wan re heye û bi kêfxweşî beşdarî kursê dibin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rûyeke din ê penaberan: Penaberên Astengdar

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *