Şerê malbatan: kesekê jiyana xwe ji dest da

featured
Wêne: Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Êlihê di şerê di navbera du malbatan de kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de 8 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan li taxa Sûkê ya Êlihê di navbera du mlabatên ku berê di navbera wan de gengeşî derketibû, şer derket.

Di encama şerê çek û kêr hatine bikaranîn de, ciwaneke bi navê B.T ê 17 salî bi demanceyê bi giranî birîndar bû. Di şer de her wiha ciwane 15 salî yê bi navê F.E jî bi kêrê hate birîndarkirin.

Piştî ku bûher hat bihistin, tîmên tenduristî û yên ewlekariyê gihiştin taxê. Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî ciwanê bi navê B.T ê birîndar nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê 8 kes hatine desteserkirin.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şerê malbatan: kesekê jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *