Serokê DEVA’yê Babacan hilbijartinên 14’ê Gulanê şiband referandûmê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan hilbijartinên 14’ê Gulanê şiband referandûmê û got, “Di rastiya xwe de em diçin referandûmê. Her çend 4 namzetên serokkomariyê hebin jî, li gor me du namzet hene. Namzetên din ji bo piştgirya Erdogan bûne namzet.”

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Enqereyê tevli bernameya fitarê ya partiya xwe bû.

Babacan dîyar kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê mîna referandumê ye û wiha axivî: “Di rastiya xwe de em diçin referandûmê. Her çend 4 namzetên serokkomariyê hebin jî, li gor me du namzet hene. Namzetên din ji bo piştgirya Erdogan bûne namzet.”

Babacan her wiha derheqê ewlehiya hilbijartinan de jî hin nirxandin kirin û got ku ewê di roja hilbijartinê de jibo ewlekarîya sindoqan tam bixebitînin û namzetê serokomarîyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu dê bikin serokomarê nû.

Serokê DEVA’yê derbirî ku bi serkeftina wan re, dê maf û azadî ji berê çêtirtir bin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Babacan di serdemên pêşîn yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yek ji sîyasetvanên nêzî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bû. (Dengê Amerîka)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê DEVA’yê Babacan hilbijartinên 14’ê Gulanê şiband referandûmê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *