Serokkomar Erdogan li Wanê axivî: Welatî di dîrokê de heyama herî ewle jiyan dikin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serkkomar Recep Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya Wanê de axivî û got, “85 milyon welatî di dîrokê da heyama herî ewle, herî aram, herî rihet û herî hêsan dijîn, ber bi rojên reş ên berê va birina Tirkiyeyê wê bi kêrî kê bê?”

Serokkomar û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan tevli mîtînga partiya xwe ya li Qada Beşyola Wanê hatiye lidarxistin bû. Qada mitîngê bi alên Tirk û yên AKP’ê hatin xemilandin. Beriya mitîngê li bajêr tedbîrên ewlehiyê yên awarte hatin girtin û polîsan hemû cadeyên digihijin qadê bi bariyeran dorpêç kirin.

‘Heyama herî ewle û herî aram’

Serokkomar Erdogan di axaftina xwe ya mitîngê de wiha got: “Ji niha û pê va wê Gabar bi terorê neyê bibîranîn, ji niha û pê va Gabar li wê herêmê dê bi dewlemendiya neftê bê bibîranîn. 85 milyon welatî di dîrokê da heyama herî ewle, herî aram, herî rihet û herî hêsan dijîn, ber bi rojên reş ên berê va birina Tirkiyeyê wê bi kêrî kê bê? Xwîşk û birayên min ji dewleta xwe bawer bikin, ji me bawer bikin, ew rêxistina terorê ya ku çav kutaye aramî û namûsa we, careke din nikare nêzî we bibe.”

‘Ketine pey Kiliçdaroglu nizanin dê biçin ku’

“(Îtifaqa Milet) Digel înkarkirina xwe û dîroka xwe dane pey Kiliçdaroglu û nizanin ber bi ku derê va jî diçin. Heger em di 14ê Gulanê da xwedî li xeyala xwe ya Sedsala Tirkiyeyê dernekevin wê ev hişmendî mîna ewrên reş û tarî li ser welêt bigere. Înşeallah em ê nefta li Gabarê jî bi şert û mercên guncaw bidin welatiyên xwe.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokkomar Erdogan li Wanê axivî: Welatî di dîrokê de heyama herî ewle jiyan dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *