Sewalkarên Wanê: Hatiniya me têra lêçûyînên me nake

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di warê sewalkariyê de bajarê Wanê cihek girîng digire. Lê belê ji ber zemên dawî yên li ser her tiştî hatine kirin, sewalkarên Wanê bi gazincin. Sewalkar dibêjin ku hatiniya wan têra lêçûyînan nake.

Li gor daneyên Konseya Goştê Sor ya Netewî di nava salekê de bûhayê pûtê şîr ji sedî 138, pûtê qelewkirinê ji sedî 160 û maliyeta goştê cendek jî ji sedî 87 buha bûye. Her wiha li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) buhayê dewaran sedî 18, 46 zêde bûye. Her wiha li gor heman rewşê di nava sewalên biçûk de jî herî zêde bûhayê bizinan zêde bûye. Bûhayê bizinan li gor sala çûyî ji sedî 30, 28 zêde bûye.

Li Tirkiyê stokên goşt diqede

Çavkanî didin zanîn ku boneya ku hilbenêr sewalên xwe yên avis bo serjêkirinê difiroşin, wehe ku li Tirkiyê ye stokên goştê sor biqede. Li Wane jî heman rewş derbasdêrê û sewalkar diyar dikin ku ew nikarin sewalên xwe xwedî bikin û neçarin wan bo serjêkirinê difiroşin.

‘Bûhayê pût ji 100 TL’yan derketiye 350 TL yan’

Sewalkarên Wanê: Hatiniya me têra lêçûyînên me nake - Neşet İlter 1
Neşet İlter

Endamê Desteya Rêveber ya Borsaya Bazirganiya Wanê (VANTB) Neşet Îlter, bilêv kir ku li tevahiya Wanê hilberînêran sewalên xwe ji dest derdixin û hejmara dewaran li bajêr gelek kêm bûye. Îlter, di berdewamiya gotinên xwe de da zanîn ku bona zêdebûna bûhayê pût, sewalkar di nava mercên pir giran de ne û wiha pêde çû: “Li herema me herî zêde sewalên biçûk tên hewandin. Bûhabûna pût tesîrek neyî li ser me kir. Par, torbeyek pût 100 TL bû, lê îsal di nava 3 mehan de bûye 350 TL. Ji ber vê jî di heyama payîzê de hilberînêran sewalên xwe yên zayînên ji serjêkirinênê re şandin”

Her wiha Îlter, derbirî ku her diçe bûhayê goşt zêde dibe lê bûhayê şîr li cihe xwe dimînê û bi vê sedemê jî sewalên zayînê ji serjêkirinê re tên şandin.

‘Divê kapasîte bê zêdekirin’

Hîndekarê Beşa Gîhayên Zeviyan ya Fakulteya Zireatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Dr. Fevzî Altuner di vê derbarê de got ku pêwîste li welat kapasîteya hilberînê bê zêdekirin û balkişand ku hemû cihên aydê xizîneya dewletê ji çotkariyê re were vekirin.

Sewalkarên Wanê: Hatiniya me têra lêçûyînên me nake - Fevzi Altuner 768x437 2
Fevzî Altuner

Altuner tevî van gotinan pêşniyarên xwe yên jibo başkirina rewşa sewalkariyê jî wiha rêz kir: “Divê piştgirîya mazot û gubreyê bê dayîn. Dîsa wezîrtî kredîya dide, da ku çandinî pêşve biçe. Loma eger çandinî pêşve biçe, wê sewalkarî jî baş bibe.”

‘Wiha biçe ez dê dev ji vî karî berdim’

Hilberînêr Zahîr Yildiz ev 30 sale sewalkariyê dike û dibêje ku boneya zêdebûna bûhayê pût û sotemeniyê ew hatiye wê astê ku dev ji vî karî berde. Yildiz, xwediyê 250 sewalên biçûk 600 dewaran e. Ew dibêje ku rojane 60-70 torbe pût dide sewalan û bilêv dike ku beriya niha torbeye pût 80 TL bû, niha ew torbeyî 325 TL yan dikere. Yildiz, her wiha tîne ziman ku berê fabrîqeyan bo ew ji wan pût bistîne lawayî dikirin û bi 6 meh wade pût deyn didan wî, lê niha ew pere pêşîn dixwazin. Yildiz, herî dawî destnîşan kir ku hatîniya wî têra lêçûyînên wî nake û got eger wiha biçe ew ê dev ji vî karî berde.

Sewalkarên Wanê: Hatiniya me têra lêçûyînên me nake - Zahir Yildiz 750x540 1
Zahîr Yildiz

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sewalkarên Wanê: Hatiniya me têra lêçûyînên me nake

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *