Wênesazê 17 salî li Wanê pêşengeha resimên “Hîperrealîst” vekir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wênesaz Omer Erdogan ê 17 salî cara yekan li Wanê pêşengeha resiman a “Hîperrealîst” vekir. Pêşengeha resiman li Akademiya Çand û Hunerê ya Uvercînîkayê hate vekirin û deriyên wê jibo hunerhezan dê heta 23’ê Nîsanê vekirî bimîne. Ev pêşengeha tekekesî ya Erdogan a ewil e ku bi  berhemên wî yên şêweya hîperrealîst hatine çêkirin.

Piştî vekirina pêşengehê Wênezas Omer Erdogan rêwîtîya xwe ya hunerê û agahiyên derbarê hunera xwe de bi Serhat Newsê re vegotin

Hunermend Omer Erdogan ji navçeya Qelqeliya Wanê ye û hêj 17 saliye. Dibeje li dibistana navîn de ku lê dixwîne qursa resiman tunebûye. Her wiha bilêv dike ku destûr jibo vekirina qursê li dibistanê nehatiye dayîn û mamosteyê wî jê re boyax û firçe kerîne.  Ew şêweya wêneyên hîperrealîst bi boyaxa neftî bikartîne û wiha axivî: “Şêweya hîperrealîst bo min hêsantir tê ji şêweya realîst.” Ew dibêje dema ku wênehez di pêşengehê de mêze avê dikin, ew li şûna şinahiya avê dixwaze zelaliya avê bê dîtin, dema ku mêze xwîne dikin jî li şuna rengê sor dixwaze ve kes xwînê bi xwe bibînin.”

‘Beyî ku biçim qursê di pêşbirkê de bûm yekemîn’

Erdogan ku bi piştgiriya mamosteyên xwe Lîseya Hunerên Bedew qezenc kiriye, dema cara yekan diçe dibistanê mamosteyên wî ji ber şêweya wî matmayî dimînin. Radigihîne ku heta tê lîseyê ti qurs nedîtine û beyî biçe qursê di pêşbirkê de bûye yekemin.

Wênesazê 17 salî li Wanê pêşengeha resimên “Hîperrealîst” vekir - Ömer Erdoğan 1024x683 1
Wênesaz Omer Erdogan

‘Her wênesaz hezî estetîkê dike, lê ez ji sehmê hez dikin’

Erdogan, ku yekemîn pêşengeha tekekesi ya xwe vekiriye, wiha domand: “12 wêneyên min tên nîşandan.  Bi rastî her resmekî, çîrokek û wateyek kûr heye. Wekî mînak min mêneyeke boksor çêkiriye. Ew şerkbazekî qafesêye. Di rûyê wi de sehm heye. Li nava sehmê ez li estetîkê digerim. Hebûnek şizofrenîk heye, ji sehneya şer ez hez dikim. Di nava van de ez li estetîkê digerim”

‘Malbata min nedizanî ezê pêşengehê vekim’

Di berdewamiyê ew radigihîne ku haya malbata wî ji vekirina pêşengehê tunebûye û wiha dirêjî dide gotinên xwe yên dawî: “Ji piçukatiya xwe her tim pêşengeh di hijê min de bû. Di pola dehan de min karî ez pêşengehê vekim. Mamosteyên min pir alîkarî dan min. Mamoste Sîbel Demîroglu û masteyên min piştgirî dan min ku ez bikarim vê pêşengehê vekim. Piştî amadekariyên du salan min karî ez pêşengehê vekim. Armanca min ew e ku piştî Wanê ez li Stenbolê jî pêşengehekî vekim.

Vîdeo-Montaj: Bariş Aslan

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wênesazê 17 salî li Wanê pêşengeha resimên “Hîperrealîst” vekir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *