Wêneyên xwe bi şêweya şiringayê çêdike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di van demên dawî de li Wanê di warê çand û hunerê de çalakiyên curbecur tên lidarxistin. Yek ji wan wêneyên, wênesazê Îranî Cewad Ghaffarî ku bi şêweya şiringayê çêkiriye. Tabloyên Gaffari li Navenda Çand û Hunerê ya Uverçînkayê ji bo hunerhezan hatin vekirin. Hevdem ligel vê pêşangehê, wênesazê ku tabloyên wî di çend pêşangehên komî de li Stenbolê hatine pêşandan, 10 pêşangehên kesane hene.

Ghaffarî ku jiyana xwe ya perwerdehiyê li Dibistana Hunerê ya li Îranê dest pê kir, piştre ji Zanîngeha Terbiyet-î Muderrîs qedand. Gaffarî piştî xwendina masterê li Tehranê, 10 sal in li Zanîngeha Hunerê ya Tebrîzê mamostetiyê dike. Wênesaz anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî ji Îranê derketiye û got, “Hêvîdar im ku rojên bên ku hunermend bêyî xema aborî berheman bidin.”

Ghaffarî ku berê ji bo hin pêşangehan berhemên xwe dişand Stenbolê, nêzî 5 sal in li Stenbolê dixebite. Ji ber zehmetiyên aborî yên di heyama pandemiyê de jiyaye, çend karên xwe bi xwe re tîne û diçe Stenbolê. Dema ku li ser pêşniyara hevalekî wî piştî ku hin berhemên xwe li wir firotibû hat Wanê, ji mêvanperweriya gel pir kêfxweş dibe û biryar da ku li vir bijî. Wî anî ziman ku ew Wanê di warê hilberînê de aram û ji xwe re guncav dibîne û got, “Wan ji bo min gelekî baş bû. Min ji vir hez kir. Stenbol bajarekî pir qelebalix e. Li aliyê din, Wanê ne tenê ji bo wênesaz, ji bo hemû kesên ku bi hunerê re mijûl dibin jî cihek aram e. Nêzîkî sal û nîv e ez li vir dijîm. Ez berhemên xwe bi kargoyê dişînim Stenbolê. Em li vir bi malbata xwe re kêfxweş in, ez qet xwe biyanî hîs nakim. Ez li vir çanda Îranê nêzî hev dibînim. Di heman demê de min li Wanê atolyeya wênesaziyê vekir”

‘Ez destan wekî sembol bikar tînim’

Ghaffarî nêzî 30 sal in ku wêneyan xêz dike. Wênesazê ku li Îranê 10 pêşangehên takekesî û zêdetirî 50 pêşangehên komî hene, bi gelek şêweyên cuda kar dike û şêweya ku niha bi kar tîne wek “şûba dawî” pênase dike. Temaya sereke ya wî di wêneyan de “Dayik û Bav” e, li ser egera vê yekî ew wiha dibêje: “Dayik û bav ji bo min gelek girîng in. Tiştek nostaljîk. Çîrokên din jî hene, bi taybetî di portre, awir û destên wî de. Û wek sembol min li hin cihan wêne bi kar anî. Bo nimûne, destên zarokan, wek destên dayîkan. Di van hemûyan de ez dixwazim peyamekê bidim temaşevan. Peyamek li ser evînê.”

Wêneyên xwe bi şêweya şiringayê çêdike - Javad Ghaffari
Cewad Ghaffarî

‘Ez teknîka Şorre bikar tînim’

Ghaffarî, anî ziman ku di tabloyên xwe de şêweyeke taybet bi kar tîne û dibêje ku ev şêwe aydê wî ye. Şêweya ku di Farisî de weke teknîka ‘şorre’ tê bilêvkirin, di Kurdî/Tirkî  de wekî şêweşa şiringayê tê nasîn. Wênesaz diyar dike ku ew bi şêweya qet firçeyê bi kar nayîne û wiha got: “Di vê şêweyê de ez bi firçeyê boyaxê naavêjim ser tûmê. Ez boyaxê rasterast bi şiringayê dirijînim ser kanavê. Ji bo wî, reng bêtir zindî ne û wusa dixuye ku di rengan de ronahî heye.”

 Ghaffarî her wiha destnîşan dike ku ew di bin bandora Neo-Impressionists ku di sedsala 19’an de derketiye de ye û wiha pêde diçe: “Wan di tabloyên xwe de şêwazek xalîlîstîzmê bikar anîn. Wan dest bi bikaranîna rengan xal bi xal kir. Difikirîn ku gava reng bi hev re tevdigerin, ew zindîtî, ew rewşa sivik kêm dibe û dest bi xebatê xal bi xal kirin. Ji ber vê yekê dema ku hûn li wêneyê dinêrin, mîna ku di hundurê wêneyê de çirayek heye. Dema ku vê teknîkê bi kar anî, ez fikirîm ka ez çawa û bi kîjan materyalê dikarim şêwaza xwe çêkim. Û min dest bi karê sirincê kir. Nêzî 3 sal in ez bi vê teknîkê dixebitim.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wêneyên xwe bi şêweya şiringayê çêdike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *