Weqfa Uçan Supurge yekemîn civîna danasîna ‘Projeya E-Wekhevî’yê li Wanê dar xist

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weqfa Uçan Supurge, ‘Projeya E-Wekhevî’ a bi armanca pêkanîna zanebûnê ya li ser mijarên tundî, mafên yasayî, wekheviya nûnerî, xuyanitî, hilberîn û afirandinê birêve diçe, yekemîn car li Wanê da nasîn.

Hejmarek zêde rêxistinên civaka sivîl û aktivîst tevli civîna ku li oteleke Wanê hatiye lidaxistin bûn. Weqfa Uçan Supurge, dê heman civînan li 7 heremên Tirkiyê lidar bixe. Uçan Supurge, ji destpêka damezirandinê heta niha jibo jinan xebatan dimeşîne. Weqfê heta niha li hemberî cudakariya zayendiya civakî gelek proje birêve birine û bi vê projeyê jî armanc dike ku jinan tevli mekanîzmayên biryargirtinê bike.

Weqfa Uçan Supurge yekemîn civîna danasîna ‘Projeya E-Wekhevî’yê li Wanê dar xist - Uçan Süpürge Vakfi ‘E Eşitlik Projesinin ilk tanitim toplantisini Vanda gerçekleştirdi 1 1024x683 1

Bi vê armancê weqif wê 7 bajarên cuda yên li 7 hereman bi nûnerên jinan re bê cem hev. Weqif, di çarçoveya projeyê de jibo jinan platformekî dijîtal ya perwerdehiyê saz kiriye û jin wê bikarin bi rêya amurên wekî, telefonên desta, tablet û kompîturan tevli vê torê bibin. Ev tor dê bi temamî bê pere be û jin wê bikarin li ser mijara zayendiya civakî xwe bigihînin bernameyên perwerdeyê.

Ev projeya ku bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê (YE) birêve diçe wê li bajarên, Edene, Enqere, Dîlok, Îzmîr û Trabzonê jî bê danasîn.

Weqfa Uçan Supurge yekemîn civîna danasîna ‘Projeya E-Wekhevî’yê li Wanê dar xist - Uçan Süpürge Vakfi ‘E Eşitlik Projesinin ilk tanitim toplantisini Vanda gerçekleştirdi 3 1024x683 1

Weqfa Uçan Supurge, kengî hate damezrandin?

Uçan Supurge, di 13’ê Sermawêza, 1996’an hate damezrandin. Ji roja ku hatiye damezrandin û vir ve, ji bo ku jin bi hêzbibin û wekheviya zayendî bê misogerkirin û ji bo herkesî cîhanek adil pêk were, armanc dike ku guhertinan çêbike. Uçan Supurge ku çaryek sedsalek li pey xwe hişt, bi vê mebestê civîn û panel li dar xist, weşanên xwe amade kir, bernameyên televîzyonê çêkir, li seranserê Tirkiyê tora nûçegihanên herêmî ava kir û bi xwendekarên zanîngehê re têkiliyên nêzîk saz kir.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Weqfa Uçan Supurge yekemîn civîna danasîna ‘Projeya E-Wekhevî’yê li Wanê dar xist

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *