Wezaret: Li herêma erdhejê hezar û 858 zarok bêxwedî mane

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku li herêmên erdhejê hezar û 858 zarok bêxwedî mane û nasnameyên 213 zarokan jî nehatine tespîtkirin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, li ser hesabên xwe yên medya civakî agahiyên derbarê zarokên ku piştî erdhejê bê xwedî mane eşkere kirin. Wezaretê destnîşan kiriye ku wan hezar û 858 zarokên ku bê xwedîne tomar kirine û ragihand ku nasnameya 213 zarokan jî nehatiye tespîtkirin.

Wezaretê got: “Herwiha piştî kontrolên nasnameyan hezar û 314 zarok bo malbatên wan hatin radestkirin. 93 zarok piştî dermankirinê li saziyên wezaretê hatine bicîhkirin. Dermankirina 451 zarokan jî li nexweşxaneyan berdewam e. Hezar û 645 zarokên ku nasnameya wan hatine diyarkirin û 213 zarokên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin, bi tevahî hezar û 858 zarok hene.”

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, roja 20’ê Sibatê ragihand ku piştî erdhejê 310 hezar û 702 malbatan ji bo wergirtina zarokên mexdûrên erdhejê serî li sîstema “malbata parêzger” dane.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê bi sedan zarokên ku dê û bav û malbatên wan canê xwe ji dest dane, bê xwedî mane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezaret: Li herêma erdhejê hezar û 858 zarok bêxwedî mane

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *